Li Îranê kampanya “Sêşema na ji darvekirinê re” ku li dijî cezayê darvekirinê li girtîgehan tê lidarxistin, di hefteya 147an de li 67 girtîgehan belav bû. Girtî di çarçoveya kampanyayê de grevên birçîbûnê yên rojane didomînin.
Di daxuyaniya kampanyayê de kesên ku di protestoyên 15ê Mijdara 2019an de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hate ragihandin ku bi hezaran kes hatin binçavkirin herî kêm hezar û 500 kes hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet wê bidome.
Li gorî daxuyaniyê, ji 21ê Adarê û vir ve ku li Îranê sersal e, 21 jê jin zêdeyî 607 girtî hatin darvekirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, Peyman Salihi yê ku 9ê Mijdarê ji aliyê Midûriyeta Îstîxbarata Tehranê ve bi lêdanê hate binçavkirin, cenazeyê wî ku şopa îşkenceyê li ser hebû radestî malbata wî hate kirin.
Di daxuyaniyê de dadger Salavati hate rexnekirin ku gelek biryarên darvekirinê da û hate gotin, gelek darvekirin jî bi saya protestoyan û piştevaniya civakî hate rawestandin.
Di çerçoveya kampanya yê de bang li karkeran, rêxistinên pîşeyî, aktîvîstên siyasî û civaka sivîl hat kirin ku li dijî darvekirinê beşdarî nava têkoşînê bibin.













