Dêrsim- Di 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, neviyên Seyîd Riza bal kişandin ser birîna Dêrsimê ya hê jî nekewiyaye û anîn ku bêyî rubirubûnek pêk neyê dê aştî pêk neyê xwestin dewlet bi awayeke lez cihê goran eşkere bike û lêborînê bixwaze.
Di 89emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê û darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, neviyên Seyîd Riza derbarê êş, zilm û bêedaletiya hatiye kirin axivîn. Neviyên Seyîd Riza diyar kirin ku birîna Dêrsimê hê jî di dilê wan de vekirî ye û xwestin ku dewlet cihê goran eşkere bike û bi fermî lêborînê bixwaze.
Ji neviyên Seyîd Riza, Sakîne Polat, Emîne Karaca û Seyîd Alî Polat nêrîn û daxwazên xwe yên derbarê darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji ajansa me re axivîn.
‘Birîna me pir kûr e, hê jî kezeba me dişewite’
Neviya Seyîd Riza, Sakîne Polat da zanîn ku dewletê qira malbata wan aniye û zilmeke mezin aniye li serê gelê Dêrsimê û wiha got: “Mirovên me hemû qir kirin. Me ne kalikê xwe dît, ne pîrika xwe dît, ne jî xalê xwe dît. Kalikê me mirovekî baş bû. Heta îro jî ev bar û ev derdê giran ê ku li ser milê me ye, naqede. Ev birîna me pir kûr bûye, hê jî kezeba me dişewite. Em dixwazin gorên wan bibînin, biçin ser gorên xwe, qurbanên xwe bîr bînin û xêra wan belav bikin.”
‘Divê dewlet lêborîna xwe bixwaze’
Neviya Seyîd Riza, Emîne Karaca jî diyar kir ku kalikê wê ji ber ku neheqî qebûl nedikir, hat darvekirin û wiha axivî: “Kalikê min di esasê xwe de ji ber ku qet neheqî qebûl nedikir, hat darvekirin. Zilmeke giran li me hat kirin; zarokên me hemû kuştin, bav û kur bi hev re birin û li ber çavên bav darve kirin. Heta ku ev gor neyên eşkerekirin, em ê li ku derê çiraya xwe vêxin? Aştî xweş e, em jî aştiyê dixwazin; bila zarokên me nemirin. Lê divê dewlet di meclîsê de ji vî gelê Elewî lêborînê bixwaze, lêborîna xwe bîne ziman û mafên Elewiyan bide wan.”
‘Dayikên me yên bizarok girtin û zarokên me kuştin’
Neviyê Seyîd Riza, Seyîd Alî Polat jî anî ziman ku armanca dewletê ne tenê Seyîd Riza bû, tevahiya gel bû û ev tişt gotin: “Di dema Komkujiya Dêrsimê de dayika min di bin miriyan de xwe vedişêre û bi vî awayî rizgar dibe. Ez neviyê wî me ku li ber wan serî netewandiye. Bêsedem mirovên me kuştin, bi rojan ji Mûnzûrê xwîn herikî. Cihê goran bibêjin! Dayikên me yên bizarok girtin û zarokên me kuştin. Madem ku armanca we Seyîd Riza bû, piştî wî we çima ewqas mirov kuştin? Armanca wan tevahiya gel bû. Heta ku em bijîn, ev ê wekî birîna me bimîne û neviyên Seyîd Riza dê hesabê vê yekê tiştî bipirsin.”












