Colemêrg – Li rojhilatê Kurdistanê zextên li ser welatiyan didome û di mehên dawî de bi dehan welatî bi hincetên cuda hatine binçavkirin û cihên lê tên ragirtin nediyar in. Di nava salekê de 67 girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.
Îran îro di qonaxeke herî qels û xeterdar a dîroka xwe re derbas dibe. Şerê rasterast yê ku di navbera Îranê û DYA-Îsraîl de qewimî, pargala leşkerî û aborî ya sofiyên li Tehranê hejand. Lê belê, her ku li qada navneteweyî û li hember hêzên Rojavayî têk diçe û bi hilweşînê re rû bi rû dimîne, polîtîkayên xwe yên zordariyê li ser gel û taybetî li ser herêma rojhilatê Kurdistanê tundtir dike.
Di nava salek dawî de, rojhilatê Kurdistanê bûye qada operasyonên herî giran. Rejîma Îranê ji bo ku bandora şerê li gel DYA-Îsraîlê li ser pargala xwe ya navxweyî kêm bike, hemwelatiyên Kurd û muxalîf, çalakvanên sivîl, siyasetmedar, aktivîst, werzîşvan û mamosteyan hedef digire.
Li rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li ser bajarên wekî Urmiye, Mahabad, Pîranşar, Bane, Sinê, Seqiz û Kirmanşarê tundî bi awayek biserûber tê kirin. Rêjeya darvekirinê li Îranê gih^,ştiye asteke ku di dîroka 10 salên dawî de nehatiye dîtin. Bi sedan kes bi hinceta “ewlehiyê” û “sixûrtiyê” tên binçavkirin, darvekirin û girtin.
Di nav salekê de 67 girtiyên siyasî hatin bidarvekirin
Li gorî daneyên ku ji aliyê saziya civaka sivîl ya rojhilatê Kurdistanê KURD-PAyê ve hatine berhevkirin, Komara Îslamî ya Îranê di navbera 10ê Cotmeha 2025an heta 10ê Cotmeha 2026an de herî kêm 67 girtiyên siyasî bi darve kiriye. Ev rêje bi qasî 9 qatî ya darvekirinên siyasî ya di nav 14 salên borî de ye. Di raporê de şêwazên nû û hovane yên zexta li ser rojhilatê Kurdistanê bi hûrgilî tên vegotin. Li gorî daneyên KURD-PAyê hate diyarkirin ku rejîma Îranê êdî darvekirinê ne tenê wekî cezayekî, wekî “amûreke sereke ya tirsê” ji bo kontrolkirina civakê bi kar tîne.
Di vê çarçoveyê de, hin xalên herî girîng ên ku di raporê de balê dikişînin ser xwe, ev in:
* Dadgehên Îranê bi hincetên bêbingeh û di demekê gelek kin de biryarên darvekirinê didin û bi biryara bi lez pêk tînin.
* Cihê ku cezayê darvekirinê tê veşartin, cenaze nadin malbatan û astengiyên şînê derdixînin, malbat bi vê tên îşkencekirin.
* Rejîma Îranê bi rêbaza îtîrafên bi zextan hatine standin li ser ekranên TVyan senaryoyên medyayî amade dike û dixwaze darvekirinan “meşrû/rewa” bike.
* Ji bo ku tirs bikeve dilê gel, hîn darvekirin li qadên giştî û li ber çavên gel tên kirin.
Di dawiya raporê de hat ragihandin ku bi sedan girtiyên siyasî di bin xetera darvekirinê de ne. Rêxistina civakî ya sivîl banga pêngaveke lezgîn, micit li saziyên navneteweyî kir ku darvekirinên Komara Îslamî bê rawestandin.
Êrişên li ser rojhilatê Kurdistanê
Her wiha di demên dawî de li rojhilatê Kurdistanê sergirtina malên aktivîst, werzîşvan, hunermend û welatiyan berdewam dikin. Di wan sergirtinan de gelek zext û îşkence li welatiyan tê kirin û mafê wan tê binpêkirin. Kesên ku tên binçavkirin, di rewşa herî pêwîstî de jî mafê parêzer bêpar tên hiştin. Rejîma Îranê nahêle ku parêzer biçin serdana girtiyan an jî parastina wan bikin, bi vî rengî girtî li hemberê dadgehên leşkerî û ewlehiyê bêparastin tên hiştin. Malbat bi rojan, carna bi mehan nizanin ku zarok an jî xizmên wan li kîjan girtîgehê an navenda lêpirsînê de ne. Ev rêbaz bi zanêbûn ji bo tirsandina malbatan tê bikarânîn. Girtî bi temamî ji dinyaya derve tên qutkirin. Mafê wan ê axaftina bi têlefonê an dîtina malbatên xwe tune ye, ku ev yek jî nav di tecrîdeke giran de tê sepandin. Di rojên ewil ên binçavkirinê de, ji bo standina “îtîrafên bi zorê” îşkenceyên fizîkî û derûnî yên giran li girtiyan tê kirin. Bi rojan zext û lêdan berdewam dike. Li gel îşkenceyê gefên kuştinê li girtiyan û malbatên wan tên xwarin da ku neçar bibin sûcên ku nekirine qebûl bikin û pêş medyayê îtîraf bikin.
Aktivîst, werzîşvan, stranbêj
Rejîma Îranê ji bo “ewlehiya” desthiladariya xwe ti sînoran nasnake û di wan rojên dawî de (meha Cotmehê) êrişî gelek Kurd û muxalîfan dike. Aktivîstê bi navê Faramaz Saedî yê ji bajarê Dehgolanê yê rojhilatê Kurdistanê di 6 Cotmeta 2026an de bi zext û îşkenceyê hate binçavkirin û di heman kêliyê de kurapê wî Yadullah Moteî jî hat binçavkirin. Hêzên Îstixbarata Îranê Faramaz û kur apê wî revandine û birine cihekî ne diyar.
Binçavkirina Kurdan didome
Hêzên Pasdaran di 3yê Cotmeha 2026an de Şîrzad Çavşînî (35) yê ji gundê Verçekê yê Banê binçav kir û ew revandine cîhekî ne diyar. Şîrzad Çavşînî berê jî dema kolbertî dikir rastî êrîşa Pasdaran hatibû. Di 27ê tîrmeha sala 2022an de birayê wî Şîrko Çavşînî li ser sînora Sartazînê ya Banê hatibû kuştin, Şîrzad jî birîndar bibû. Dîsa di 29 xizîrana 2024an de Şîrzad hatibû binçavkirin û rastî lêdan, îşkence û zextan hatibû. Di 14 îlona 2023an de bavê wî Mihemed Çavşînî(55) hatibû binçavkirin û ew jî rast li îşkenceyan hatibû.
Navên welatiyên ku di meha Cotmehê de hatine binçavkirin û revandin, ev in:
* Pasdaran di 7 Cotmeha 2026an de bi ser gundê Baulhasan yê Banê de girt û Xusrew Kerîmperî(34) binçav kir. Cihê ku Xusrew birinê ne diyar e.
* Di 7ê Cotmeha 2026an de li bajarê Bukanê Muhsîn Gerdîşî û birayê wî Huseyîn Gerdîşî hatin binçavkirin. Ji ber hinceta “endamtiya PJAKê” li Muhsîn 4 meh û 15 roj ceza hat birîn.
* Ferşad Rizayî ku xwedî du zarokan bû û ji gundê Zeferawan ê Dewandereyê ye, di 6 Cotmeha 2026an de ji aliyê Pasdaran ve hatiye revandin û cîhê ku birinê ne diyar e. Di heman rojê de Hasan Mistefa yê ji Banê ji aliyê Hêzên Îstîxbaratê yên Îranê ve hat revandin û ew jî birine cihekî ne diyar.
* Aktivîstê karkeran Nahîd Xodacu ku bi salana ji bo mafê karkeran têkoşîn dike, di 5ê Cotmeha 2026an de hatiye revandin û cihê wî nediyar e.
* Hunermend û stranbêj Şoreş Ebubekir di 11 Cotmeha 2026an de hate binçavkirin û ew birine cihekî ne diyar. Şoreş li bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê akademiya mûzikê “Avayî Kurd” ava kiribû û ev akademî bû hedefa rejîma Îranê û lîsansa akademiyê hat blokekirin. Şoreş 8ê Kanûna 2024an jî hatibû binçavkirin û rastî zextan hatibû.
* Li Seqizê di 8ê Cotmeha 2026an de ji aliyê Pasdaran ve 7 Kurdên bi navê Abdullah Amînî, Rahîm Heqperest, Seyîd Mohammed Salih Huseynî, Mistefa Qaderî, Xalid Rahmî, Mihemed Kerîmpur û Huseyîn Abdullah hatin binçavkirin û cihên ku welatî tên ragirtin nediyar e.
* Werzîşvan Cemal Ahmedî yê ji bajarê Sinê di 5ê Cotmeha 2026an de ji aliyê Pasdaran ve hate binçavkirin û cihê wî jî nediyar e.
Wêneyên hin binçavkiriyan:

















