Kampanyaya ‘Ji Sêşemên ji darvekirinan re na’ di hefteya 146an de li 66 girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome. Di kampanyaya bi gotina “Makîneya darazê kuştinê didomîne” hatiye destpêkirin de hat diyarkiririn ku di nava mehekê de zêdetirî 40 kes hatine darvekirin.
Rejîma Îranê li dijî rexengir, rewşenbîn, parastvanên mafan, çalakger û derdorên rexnegiran polîtîkayên darvekirin, îşence û girtinê didomîne. Li dijî darvekirin û girtinan li 66 girtîgehên li Îranê bi navê “Ji sêşemên darvekirinê re na”
Endamên kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re na’ di hefteya xwe ya 146an de li 66 girtîgehên li seranserê Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Di daxuyaniya kampanyayê ya ku vê hefteyê hate dayin de hat diyar kirin ku di navbera roja 3yê Mijdarê û 8ê Mijdarê de 6 kes hatine darvekirin. Li gorî daxuyaniya hatî dayîn de, di mehekê de hejmara kesên hatine darvekirin ji 40î derbas bûye û ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin ku ji wan 6 kes girtiyên siyasî ne.
Li Îranê darvekirin didomin
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roja Sêşemê, 1ê Mijdarê, rejîma darvekirin û zextê du girtiyên serhildana meha Çileyê, Emîr Huseyîn Malekî û Emîr Huseyîn Îbrahîmî, li Îsfahanê; roja Şemiyê welatiyê Belûc Mihemed Arif Şahbakş û roja Yekşemê jî Hesen Deoband, Hemîd Kazemî û Reza Zenganeh li Kerecê darve kirin. Her wiha çend roj berê cezayê darvekirinê yê Hesen Deoband û Hemîd Kazemî, ligel eşkerekirina îşkence û darvekirinên sexte, hat ragihandin û rejîmê ew bêyî derengmayîn darve kirin.”
Bi îşkenceyê hat kuştin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bûyereke din de jî îşkencekaran Hedayet Lalrizadeh li navenda binçavkirinê ya ewlehiyê ya Ehwazê bi îşkenceyê kuştine û cenazeyê wî li çolên Xuzistanê hiştine, wiha hat gotin: “Li gorî daneyên hatine belavkirin, hejmara darvekirinên di meha Mijdarê de 40 derbas kiriye û ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin, ji vana 6 jê girtiyên siyasî bûn.
Cezayên mirinê
Hikûmeta ku ji serhildana gel ditirse, hefteya borî cezayê darvekirinê da hin girtiyên ku yên siyasî jî di nav wan de hene. Navê girtiyên ku cezayê darvekirinê ji bo hat dayîn wiha ne: “Amir Husên Mûsewî, Emîr Riza Rezayî, Wehîd Qehremanî, Mehdî Celalî, Homayûn Şebankareh, Wehîd Xodrîxa, Husên Resûlînesab, Mehdî Zerîf, Metîn Şabanî, Amirî, Amirî, Amirî, Metîn Şabani Ebolfazl Sedaghat, Mihemed Mehdî Parsa û Huseyîn Meihamî.
Di nav van girtiyan de girtiyên bênav û yên mîna Mehdî Zengane yê 20 salî ku li Girtîgeha Şeyban a Ehwazê ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn ji ber xemsariya medyayê nav û rewşa wî nehatiye dîtin jî hene. Mehdî tenê mînakeke ku gelek ciwanên mîna wî di girtîgehên Îranê de bêyî dengê wan ji hêla civakê ve bê bihîstin, bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne.
Girtîgehên Vakilabad, Şeyban, Adelabad, Qizilhîsar, Evîn, Dîzelabad, Lakan, Dastgerd li Îsfahanê, Gietîgeha Navendî ya Zahedanê, Urmiyê, Kerec û girtîgehên din ên li welat tijî ciwanên ku bi hincetên wekî ‘muharebeh/dijminatiya li hemberî Xwedê’ û ‘gendeliyê’ tên sûcdarkirin li benda cezayê darvekirinê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşnakirin ku ev ciwan nifşek in ku ji bo mafê xwe yê çarenûsî derketine kolanan, daxwaza azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet kirine û ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û bingehîn rabûne ser piyan. Daxuyanî bi van hevokan hate bidawî kirin:
“Me şahidiya nerazîbûneke zêde ya cîhanî li dijî darvekirin û kiryarên dermirovî yên li Îranê kir. Rapora herî dawî ya ku Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî pêşkêşî Civata Giştî kir jî nîşan dide ku darvekirin zêde bûne û rewşa girtiyan li Îranê xirabtir bûye.”













