• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Navenda Nûçeyan

27 ÎLON 2026 - 10:52
Kategorî: CÎHAN
A A
Tevî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara Îranê red kir jî, Tehranê ragihand ku ew ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ji daxwazên xwe paşve gav naavêjin. Lê dîsa jî rêveberiya Tehranê da zanîn ku deriyê wan ji bo dîplomasî û danûstandinan vekiriye.

Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Îranê, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçi têkildarî vekirina Tengava Hurmuz û şertên ku daniye ber Amerîkayê diyar kiriye ku şertê wan diyar in, vekirina Tengava Hurmuzê girêdayî pêkanîna şertan e û dê tu carî ji biryara xwe paşve ga neavêjin û tawîzan nedin.

Rêveberiya Îranê roja Înê ragihandibû ku wan pêşniyarek pêşkêşî Amerîkayê kiriye; li gorî vê pêşniyarê heke daxwazên Tehranê bên qebûlkirin, ew ê di nav heft rojî de tengava Hurmuzê ji bo derbasbûnê vekin. Lê belê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump roja Şemiyê bi fermî dabû xuyakirin ku wan ev pêşniyar red kiriye.

Arakçi bal kişand ser vê berteka yekem a Amerîkayê û diyar kir ku ew bi rêya navbeynkaran li benda helwesta dawî ya Amerîkayê ne û got ku deriyê dîplomasiyê heta dawiyê vekirî ye.

Li gorî agahiyan, di pakêta Îranê ya ji bo rawestandina şer û vekirina tengavê de 7 şertên bingehîn cih girtine. Ji van şertên sereke ev in: Li hemû Rojhilata Navîn Lubnan jî di nav de agirbesteke 7 rojî bê ragihandin; Bi kêmî ve 12 milyar dolar ji hebûnên Îranê yên ku hatine cemidandin bêne berdan; Pêkanînên dorpêçê yên li ser firotina petrola Îranê bêne rakirin; DYA dawî li ambargoya xwe ya deryayî ya li ser bendewarên Îranê bîne.

Beriya ku şer derkeve, nêzî beşek ji pênc beşên bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibû. Lê piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, Tengava Hurmuzê bû yek ji qadên herî krîtîk ên vê pevçûna herêmî. Di heman demê de ku Îran kontrola xwe ya li ser tengavê didomîne, DYA jî dorpêça xwe ya li ser benderên Îranê didomîne.

Li aliyê din, rojnameya Wall Street Journal îdîa kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku piştî hilbijartinên bo kongreyê yên 3yê Mijdarê, êrîşên hewayî yên li ser Îranê ji nû ve bide destpêkirin.

Etîket: Abbas ArakçiAmerîkaÎranTehranTengava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne