• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Edeneyê bi pileya 4.6 erdhej çêbû

    Li Edeneyê bi pileya 4.6 erdhej çêbû

    Li Îzmîr û Stenbolê 23 kes hatin binçavkirin

    Li Îzmîr û Stenbolê 23 kes hatin binçavkirin

    Orhan Înce piştî 30 salan hate berdan

    Orhan Înce piştî 30 salan hate berdan

    Li Îzmîrê di Fabrîkaya HABAŞê de teqîn: 10 kes jiyana xwe ji dest dan HATE NÛKIRIN

    Li Îzmîrê di Fabrîkaya HABAŞê de teqîn: 10 kes jiyana xwe ji dest dan HATE NÛKIRIN

    Bi gotina ‘Em Torosên spî ne, em ê we bikujin û bixin nava torbeyên zer” êrişî Ahmet Kabaîş kirine

    Bi gotina ‘Em Torosên spî ne, em ê we bikujin û bixin nava torbeyên zer” êrişî Ahmet Kabaîş kirine

    Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

    Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Edeneyê bi pileya 4.6 erdhej çêbû

    Li Edeneyê bi pileya 4.6 erdhej çêbû

    Li Îzmîr û Stenbolê 23 kes hatin binçavkirin

    Li Îzmîr û Stenbolê 23 kes hatin binçavkirin

    Orhan Înce piştî 30 salan hate berdan

    Orhan Înce piştî 30 salan hate berdan

    Li Îzmîrê di Fabrîkaya HABAŞê de teqîn: 10 kes jiyana xwe ji dest dan HATE NÛKIRIN

    Li Îzmîrê di Fabrîkaya HABAŞê de teqîn: 10 kes jiyana xwe ji dest dan HATE NÛKIRIN

    Bi gotina ‘Em Torosên spî ne, em ê we bikujin û bixin nava torbeyên zer” êrişî Ahmet Kabaîş kirine

    Bi gotina ‘Em Torosên spî ne, em ê we bikujin û bixin nava torbeyên zer” êrişî Ahmet Kabaîş kirine

    Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

    Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mustafa Pekoz: Hedefa stratejîk a peymana Mekeyê, Îran e

Mahmût Altintaş / AW

9 MIJDAR 2026 - 09:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz tekildarî hevpeymana Mekeyê ya di navbera Tirkiye, Pakîstan û Erebîstana Siûdî hatiye îmzekirin bi lêv kir ku her çiqas armanca rojanê ya peymanê Husî bin jî hedefa stratejîk Îran e û got: “Rola pejirandêrên vê peymanê tasfiyekirina hêzên leşkerî yên mîna Hûsî, Hemas û Hizbullahê ye.”

Hevpeymana Meke ku di 7ê Tebaxê de di navbera Tirkiye, Pakîstan û Erebîstana Siûdî de hat îmzekirin, weke pêşniyarqanûn ji Desteya Giştî ya Meclise re hat peşkeşkirin, di 5ê Mijdarê de hat nîqaş kirin di 6ê Mijdarê bi 279 dengan hat qebûlkirin. AKP, MHPê û CHPê êrênî; DEM Partî, Yenî Partî, Partiya Saadetê û ÎYÎ Partiyê neyînî deng dan. Piştî qanûn di Desteya Giştî ya Meclise de derbas bû, ji Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re hat şandin û piştî îmzekirina serokkomar qanûn di Rojnameya Fermî ya dewletê re bê ragihandin.

Li gor Hevpeymana ji 16 xalan pêk tê heke êrişek ji aliyên peymanê îmze kirine were ev êriş wekî ku ji hemû îmzevanên peymanê re hatiye kirin dê were qebûlkirin. Her wiha li gor peymanê dewletên îmzevan dê ji aliyê pîşesaziya parastinê ve jî di nava hevkariyê de bin. Hevpeyman dê 10 salan berdewam bike û ji bo endamên nû jî vêkirî be. Hevpeyman di serdemekê ku şerê di navbera Erebîstana Siûdî û Husiyan de destpêkiriye de hate pêkanîn û ew yek jî nîqaşên “gelo Tirkiyeyê dê tevlî şer bibe” bi xwe re anî. Her wiha yek jî nîqaşa sereke ya ser peyamê “Tirkiye bi vê hevpeymanê tevlî planên Îsraîl û Amerîkayê bû” ye.

Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz derbarê hevpeymanê, bandora hevpeymanê ya li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin.

*Dema em li pêşketinên li Rojhilata Navîn û cîhanê dinêrin, armanca bingehîn a Peymana Mekeyê çi ye? Dewletên alîgir bi vê peymanê çi armanc dikin?

Di nava qeyrana leşkerî û siyasî ya Rojhilata Navîn de hewl tê dayîn ku tifaqên nû bên damezrandin. Yek ji van tifaqan jî di 7ê Tebaxa 2026an de ji aliyê Tirkiye-Erebîstana Siûdî-Pakîstanê ve, ango ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, Mîratgirê Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman û Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf ve hat îmzekirin. Piştî lûtkeya NATOyê ya ku di 6-7ê Tîrmeha 2026an de li Enqereyê pêk hat, hin nirxandin hatin kirin ku têkiliyên hêzê yên li Rojhilata Navîn dikarin ji nû ve bên pênasekirin. Tê diyarkirin ku li ser bingeha stratejiya nû ya NATOyê, biryar hatiye girtin ku stratejiyeke nû ya ewlehiyê bê avakirin ku ji Rojhilata Navîn, Deryaya Spî, Deryaya Reş û heta Asyaya Navîn belav dibe. Em dikarin bibêjin ku serkeftina vê gava van her sê welatan, bi giranî bi vê yekê ve girêdayî ye; gelo dê ev peyman bi polîtîkayên herêmî ve çiqas bi polîtîkayên NATOyê re li hev bike.

*Balkêş e ku Misir di nava peymanê de cih negirt. Gelo peymaneke ku Misir tê de tune be, dikare bi ser bikeve?

Ji aliyê hevsengiyên herêmî ve faktoreke din a girîng jî nebûna Misirê ya di nava vê pêkhateyê de ye. Misirê derbarê vê tifaqê de tu daxuyanî nedaye; lê Misir hem di cîhana Îslamî de û hem jî bi taybetî li herêma Kendavê weke “birayê mezin” ê siyasî tê qebûlkirin. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve, ji bo tifaqeke ku Misir tê de cih negire gelekî zehmet e ku li herêmê roleke stratejîk bileyîze. Ji bo tevlînebûna Misirê ya tevgereke wiha mirov dikare gelek sedeman rêz bike. Heke em bi çend xalan kurt bikin: Misir nakeve nava tu avaniyeke leşkerî û siyasî ya ku ew bixwe tê de ne xwedî biryar û bandor be, û naxwaze avaniyên wiha bi ser jî bikevin. Di nava welatên Rojhilata Navîn de Misir ji ber qerebalixiya nifûsê, rûbera erdnîgariyê, xwedî ciheke stratejîk e. Herwiha Kanala Suweyşê û hêza xwe ya leşkerî, welatê herî girîng e. Li gel vê yekê, têkilî û hevsengiya piralî ya ku Misirê bi Îsraîlê re daniye ji bo aramiya herêmê girîng e û ew naxwaze ev hevsengî xera bibe.

Li aliyekî din ve Misir pêwendiyên xwe yên bi Îranê re li ser bingeha hesasiyetên siyasî yên gelekî krîtîk dimeşîne. Wekî ku naxwaze ev hevsengî têk biçe, heke li Îranê guherînek a rejîmê jî rû bide, yek ji wan welatên ku dixwaze sûdê jê wergire Misir e û yê din jî Îsraîl e. Ji ber vê yekê, li herêmê ji bo avaniyeke leşkerî ya ku Misir tê de nebe, serkeftinê bi dest xistin ne karekî hêsan e.

*Gelo ev peyman dê ji bo Îranê çi encaman bi xwe re bînê?

Her çend DYAyê hêza leşkerî ya Îranê heta asteke bilind lewaz kiribe jî, ne pêkan e ku wê bi temamî ji holê rake. Îran stratejiya xwe ya şer li ser welatên herêmê saz dike. Erebîstana Siûdî dixwaze Îran di qada leşkerî de bi temamî bê bêbandorkirin û di warê siyasî de jî li derveyî hevsengiyê bimîne. Lê belê Siûdî naxwaze ne ji aliyê leşkerî û ne jî ji aliyê siyasî ve rasterast bi Îranê re rû bi rû bimîne. Welatê ku herî zêde ji êrîşên Îsraîlê yên li ser Îran, Hizbullah û heta Hemasê kêfxweş dibe, Erebistana Siûdî ye. Li cihekî ku Îran lê nebe, Erebistana Siûdî dê li seranserê Kendavê û cîhana îslamî bibe xwedî bandoreke pir mezin.

Şerê di navbera DYA û Îranê de bandor li ser Erebîstana Siûdî jî kir. Kontrolkirina Tengava Hurmuzê (ku wekî korîdora enerjiyê tê naskirin) ji aliyê Îranê ve, êrişên Hûsiyên Yemenê yên li Kendava Adenê ku piştgiriyeke bê şert û merc ji Îranê digirin û her wiha şerê li ser sînorê Erebistana Siûdî, hevsengiyên aborî, leşkerî û stratejîk ên Şahtiya Siûdî gelekî teng dikin. Her çend Erebîstana Sûûdî bi vê tifaqê bixwaze qadeke nû ji xwe re veke jî, ka ev yek dê çiqasî bi bandor be mijareke nîqaşê ya pir girîng e.

Ne tesaduf e ku rayedarên Îranê li hemberî vê peymana sêalî, helwesteke pir tund nîşan dan û rasterast daxuyaniyên hişyariyê dan Siûdiyan. Şêwirmendê Rêberê Îranê yê Olî Mucteba Xameney Muhsîn Rezaî, hişyariyeke balkêş da û got: “Divê Erebîstana Siûdî fêm bike ku hebûna peymanên tenê li ser kaxezê yên bi Pakistan û Tirkiyeyê re nikare ewlehiya xwe misoger bike. Çêkirina peymana parastinê ya bi Pakîstan û Tirkiyeyê re ewlehiyê nade Erebîstana Siûdî. Polîtîkayên xwe biguherin da ku hûn ji bo ewlehiya xwe mecbûr nemînin hêviyê ji yên din bikin.”

*Pejirandina Peymana Mekeyê ya li meclîsê bi 277 dengan hat erêkirin, divê ev çawa were nirxandin?

Xala ku bala min dikişîne ev e: Hejmara kesên beşdarî dengdanê nebûne, ji hejmara kesên beşdar bûne û dengê “na” dane zêdetir e. Mantiqekî wisa heye: “Jixwe desthilatdarî piranî ye; em beşdar bibin û dengê na jî bidin, encam naguhere.” Divê ev nêzîkatî wekî dîtineke siyasî ya pir lewaz, bêmantiq û bêpêşbînî were dîtin. Li vir qanûneke wisa tê derxistin ku çarenûsa Tirkiyeyê û ya herêmê diyar dike, lê beşeke girîng a parlamenteran di parlamentoyê de nîne. Dibe ku piraniya wan naveroka ‘Peymana Ewlehiyê ya Mekeyê’ nizanibin jî.

*Gelo di rojên pêş de dibe ku rojeva şandina leşkeran a ji bo şerê Siûdî û Hûsiyan derkeve pêşiya Tirkiyeyê?

Nêrîna min ev e, xuya ye naveroka Peymana Mekeyê û xalên wê yên pejirandî baş nehatine xwendin. Ji ber ku bi gelemperî berê mirovan didin xala 5emîn a NATOyê. Yanî tê gotin ku ‘êrîşeke li dijî alîgirên peymanê bibe, biryara destwerdana leşkerî ya rasterast bê dayîn’. Lê belê divê xalên yekem û duyem ên peymanê rast bên xwendin. Li gor xala yekêm, heke aliyek bi gefa êrişê re rû bi rû bimînê dê tedbîreke hevpar bê girtin. Xala dûyemîn jî dibêje ji derve êrîşeke çekdarî li dijî aliyekî bê kirin, wekî êrîş li ser hemû aliyan ve hatiye kirin dê were hesibandin. Lê berfirehî û çarçoveya alîkariyê di encama nirxandineke hevpar de tê diyarkirin. Bi kurtasî, cewhera peymanê xala 2yemîn e. Di xalê de tê diyarkirin ku çarçoveya alîkariyê ne otomatîk e. Li gorî nirxandina aliyan û pêvajoyên biryardana neteweyî tê zelalkirin. Alîkarî dê bi rêya hevdîtinên her du aliyan û li gorî berjewendiyên neteweyî yên her welatî diyar bibe.

Hedefa stratejîk a vê peymanê Îran e, lê hedefa rojane Hûsî ne. Her wiha dibe ku Haşdî Şebî û Hizbullaha Iraqê jî bikevin nava vî şerî. Heke di navbera DYA û Îranê de lihevkirinek çênebe û Îran mûşekan biavêje ser Erebîstana Siûdî, gelo Tirkiye û Pakîstan li ser bingeha vê peymanê şer radigihînin, an jî ji ser axa xwe êrîşî Îranê an jî Hûsiyên li Yemenê dikin? Mirov dikare bibêje ku ev yek gelekî zehmet e, heta hema hema ne pêkan e. Pakîstan naxwaze pirsgirêka şîe ya di nava xwe de gurr bike û newêre rasterast bikeve şerekî leşkerî yê bi Îranê re. Xala din a girîng îhtîmala ketina Tirkiyeyê ya nava şerekî bi Îranê re ye. Her çend hatibe gotin ku ev mijar di lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de ketiye rojevê jî, ne hêsan e ku Tirkiye rasterast bikeve nava pevçûneke leşkerî ya bi Îranê re; ev yek ji bo Enqereyê metirsiyên nû û mezin tîne.

*Peyman di Meclîsê de hat erêkirin. Piştî vê qonaxê, gelo Enqere leşkeran dişîne Yemenê?

Heke mebest wek fîzîkî şandina yekîneyên leşkerî be, ez bawer nakim ku ev yek pêk were. Anku Enqere yekîneyên leşkerî yên Tirk rasterast naşîne Yemenê ku bi Hûsiyan re şer bikin. Encamên vê gavê bi taybetî di siyaseta navxweyî de pir giran dibin. Tê zanîn ku Enqere kelûpelên leşkerî yên girîng dişîne, agahiyên îstîxbaratî dide û ji bo şêwaza birêvebirina şer şêwirmendên leşkerî erkdar dike. Her wiha gava mirov baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Somaliyê jî li ber çavan bigire, îhtîmala tevlîbûna di vî şerî de zêde dibe. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku di çarçoveya Peymana Mekeyê de Enqere jixwe ji niha ve ketiye nava vî şerî.

*Piştî îmzekirina peymanê, bi taybetî ji aliyê muxalefetê ve daxuyanî hatin dayîn ku Tirkiye bi vê peymanê re ketiye nava Peymanên Îbrahîmî yên Îsraîlê. Lê ji aliyê partiya desthilatê ve jî berovajî vê yekê daxuyanî tên dayîn. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Em dikarin bibêjin ku Tirkiye bi vê peymanê ketiye nava Peymanên Îbrahîmî?

Em vê mijarê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo her sê dewletan jî binirxînin. Dema mirov têkiliyên veşartî û pir girîng ên navbera Erebîstana Siûdî û Îsraîlê dibîne, eşkere ye ku tifaqa van her sêyan li hemberî Îsraîlê nabe astengiyeke mezin. Her wiha rastiyeke ku di destê Îsraîlê de çekên nukleerî yên pir pêşketîtir ji yên Pakîstanê hene. Pakîstan jî bi tu awayî xwe li hemberî Îsraîlê weke hêzeke nukleerî bi cih nake. Her çend di warê berjewendiyên herêmî de hin pirsgirêk di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hebin jî ne pêkan e Tirkiye bikeve nava pevçûneke herêmî ya bi Îsraîlê re. Berovajî vê yekê têkiliyên stratejîk ên Enqere û Tel Avîvê ji ya ku tê texmînkirin pir kûrtir û kevnartir in.

Mesele ne tenê tevlîbûna Peymanên Îbrahîmî ye; ya esasî ev e, gelo ev peyman ji bo ewlehiya stratejîk a Îsraîlê dibe gef? Nabe. Rola pejirandêrên vê peymanê di tasfiyekirina hêzên leşkerî yên mîna Hûsî, Hemas û Hizbullahê de ye.

Etîket: ErebîstanÎranMustafa PekozPakîstanPeymana MekeyêTirkiyeZanyarê siyasetê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DYAyê ji Iraqê xwest deriyên xwe yên vedibin Îranê bigire

DYAyê ji Iraqê xwest deriyên xwe yên vedibin Îranê bigire

8 MIJDAR 2026
Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

6 MIJDAR 2026
Li Pakîstanê banê dibistanê hilweşiya: 29 kes mirin

Li Pakîstanê banê dibistanê hilweşiya: 29 kes mirin

15 COTMEH 2026
Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne