Li navçeya Aliaga ya Îzmîrê di Fabrîkaya Hesin û Polayê ya HABAŞê de teqînek pêk hat. 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes birîndar bûn û 10 kes jî di bin kavilan de man.
Li navçeya Aliaga ya Îzmirê di Fabrîkaya Hesin û Polayê ya HABAŞê de teqînek pêk hat. Piştî teqînê, ji ber şewata ku li fabrîkayê derket dûmanekî zêde bilind bû. Di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e.
Wezîrê Karên Navxweyî ragihand ku birîndarên birine nexweşxaneyê û Wezîr Çîftçî ev agahî dan: “Li Aliaga ya Îzmirê, di Fabrîkayeke Hesin û Polayê de teqînek pêk hat û li ser vê yekê şewat derket. Ji deqeya yekem a bûyerê ve hemû yekîneyên me yên têkildar bi awayekî koordine di qadê de xebatên lêgerîn, vemirandin û destwerdanê bê navber didomînin. Karkerên birîndar sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û rewşa wan a tenduristiyê ji nêz ve tê şopandin.
Dewlet bi hemû derfetên xwe ve li qadê de ye û xebatên xwe bi baldarî didomîne. Ji kesên birîndar re şifaya xêrê dixwazim; ji hemû tîmên me yên ku bi fedakarî kar dikin re hêsaniyê daxwaz dikim. Xwedê welat û miletê me ji her cûre qeza, bela û felaketan biparêze.”
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû jî ev tişt anîn ziman:
“Di bûyera ku qewimî de mixabin welatiyekî me jiyana xwe ji dest da. Ji welatiyê me yê ku jiyana xwe ji dest daye re ji Xwedê rehmê, ji malbata wî ya xemgîn û nêzîkên wî re serxweşiyê dixwazim. Ji 15 welatiyên me yên birîndar rewşa 3 kesan giran e û tedawiya wan li nexweşxaneyên me berdewam dike. Tîmên me li herêmê di rewşa hişyariyê de ne û pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”
Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Îzmirê ve hat kirin de jî hat diyar kirin ku 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes di bin kavilan de mane.













