Duh 4 kesên rûpoş êrişî apê Rojîn Kabaîş Ahmet Kabaîş kiribûn, li gorî agahiyan kesên êrişî Ahmet Kabaîş kirine gotine here ji birayê xwe re bibêje û dev ji vê dozê berdin û wiha gotine: “Em Torosên spî ne. em ê te û birayê te jî bikujin û bixin nava torbeyên zer. Ne Tayyîp Erdogan, ne Devlet Bahçelî û ne jî kesekî din nikare we xilas bike.”
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş di 27ê Îlona 2024an de winda bû û piştî 18 rojan cenazeya wê li peravê Gola Wanê hatibû dîtin. Malbata Kabaîş dest bi lêgerîna edaletê kiribû. Duh li Stenbolê 4 kesên rûpoş êrişî apê Rojîn Kabaîş Ahmet Kabaîş kiribûn. 4 kes wesayîta Ahmet Kabaîş sekinandin û îşkence lê kirin. Di îşkenceyê de ji Ahmet Kabaîş re gotine ‘Em Torosên spî ne, em ê te û birayê te jî bikujin û bixin nava torbeyên zer’.”
Hurgiliyên êrişê wiha ye
Ahmet Kabaîş duh şev dema ji karê xwe derdiket wesayîtekî nêzî wesayita wî bû û kesekî ku cilên wî reş û rûpoş hewl da Ahmet Kabaîş bisekine. Ahmet Kabaîş jî bi fikara ku ew polîs in disekine.
Dema ku Ahmet Kabaîş ji wesayîtê derdikeve, dibîne ku çar kes in û çar jî cilên reş li wan e û rûyê wan girtî ye. Destê du kesan de demance, du kesan de jî çekê mezin heye.
Piştî wê, çar kesan êrîşî Ahmet Kabaîş dikin. Kesek ji wan bi tiştekî li serê wî dixe. Piştî ku li serê wî didin, jê re dibêjin: “Here ji birayê xwe re bibêje û dev ji vê dozê berde. Em Torosên spî ne. Em ê te û birayê te jî bikujin û bixin nava torbeyên zer. Ne Tayyîp Erdogan, ne Devlet Bahçelî û ne jî kesekî din nikare we xilas bike. Ji ber vê yekê ji birayê xwe re bibêje û dev ji dozê berdin.”
Piştî îşkenceyê ji Ahmet Kabaîş re dibêjin “sSrê xwe raneke, heke tu rakî em ê te bikujin.” Paşê li wesayîta Ahmet Kabaîş de lêgerînê dikin. Piştî lêgerînê dîsa gef lê dixwin û ji cihê bûyerê direwin. Paşê Ahmet Kabaîş ji kesên rê derbas dibin alîkariyê dixwaze. Lê ji ber bandora êrişê nikarê cihê bûyerê ji polîsan re bibêje. Polîs bi rêya GPSê cihê Ahmet Kabaîş tespît dikin û wî dibin nexweşxaneyê.
Polîsan tevahî tu biryar ji tune ye dosyayê radestî parêzeran nekirine. Li dijî vê yekê parêzeran girtek girtin.













