Rejîma Îranê di 6 mehan de, li Rojhilatê Kurdistanê, 13 kolber kuştin, 5 jî birîndar kirin.
Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 13 kolber hatin kuştin. Kolber Newsê têkildarî binpêkirinên rejîma Îranê yên li hemberî kolberan raporek weşand. Di raporê de hatiye diyar kirin ku di nava 6 mehan de, herî kêm 20 kolber û kasibkarên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî.
Di raporê de hate destnîşankirin ku 18 bûyer ji wan ji ber êrişa rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê çêbûye. Di encamê de 13 kolber hatin kuştin û 5 kolber jî bi giranî birîndar bûn.
Herî kêm du kolberên din jî piştî ku li navçeya Şemzînanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine desteserkirin, rastî êşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hatin. Li gorî raporê di nava qurbaniyan de 2 ciwanên 18 salî yên bi navê Sîrwan Xweşnemek û Suheyl Firdewsî jî hene.













