• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

Amed / AW

15 MIJDAR 2026 - 16:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di forûma ciwanan a budçeyê de got ku ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e.

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên budçeyê de li Amedê forumek li dar xist. Foruma ku bi sernavê “Ji bo nan, aştî û dadweriyê budçe” li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amedê hat organîzekirin, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan dest pê kir.

Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Tulay Hatîmogullari, li ser navê ciwanan Zinar Kaplan û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Îlknur Bîrol û Latîf Çetîn di bernameyê de axivîn. Di forûmê de endama MYKê Îlknur Bîrol destpêkê bi ciwanan re axivî û pirsa rewşa aboriya wan kir. Ciwanan behsa pirsgirêkên xwe yên aboriyê kirin û diyar kirin ku hinek nikarin nan bibin mala xwe û hinek jî nikarin herin wargehên xwe û wiha gotin: “Bihayê veguhastinê pir zêde ye û esnaf jî nikarin debara xwe bikin. Em wekî ciwan û gel di warê aborî û budçeyê de pirsgirêkên giran dikişînin; aboriya welêt tenê ji bo beşekî biçûk dixebite. Pirsgirêkên me yên sereke yên veguhastin, cihê manê û xwarinê ne.”

Girîngiya ciwanan hat destnîşankirin

Di civînê de Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di vê demê de ciwanên li salonê dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Hatîmogullari bal kişand ser pêşengên rêxistinên ciwanan ên serdemê û wiha got: “Dema em li dîroka Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku rola ciwanan çiqas girîng e. Hem ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve û hem jî ji aliyê têkoşîna şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê ve, ciwanan pêşengî kir. Di çalakiyên karkeran de jî ciwanan pêşengî kir. Yanî têkoşîna ku ciwanan da destpêkirin, îro eger em li vî welatî behsa aştî û demokrasiyê dikin, eger em behsa mafên Kurdan dikin, eger jin dikarin têkoşîna xwe bimeşînin û eger li çar aliyên cîhanê û Tirkiyeyê têkoşîna ekolojiyê hebe, pêşengiya ciwanan xwedî girîngiyeke pir mezin e.”

Bal kişand ser pêvajoyê û gotinên Abdullah Ocalan

Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Dema em têkoşîna xwe ya nan, aştî û dadweriyê dimeşînin, di demekê ku em behsa aştiyê dikin de, em hewl didin ku vê têkoşînê hîn mezintir bikin. Di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Birêz Ocalan dest pê kir, em vê yekê pirtir dikin. Di çarçoveya pêvajoyê de dema em çûn Îmraliyê, yanî di roja bangê de, wî bi berfirehî ev tişt ji me re gotin: Li Tirkiyeyê dema karkerek, kedkarek, xizanek dibêje ‘ez birçî me’ û dema dibêje ‘nan’, dema xwendekarek dibêje ‘ez dixwazim mafên min mîna yên mirovekî bên naskirin’, pênaseya ‘terorê’ li wan tê xistin û mirov dema dibêjin ‘ez birçî me’ rastî vê muameleyê tên. Û wî got ku: ‘Ka em vê pêvajoyê veguherînin cihekî; di demên berê de hebûna Kurd dihate înkarkirin, lê niha kurd di çar welatan de dikarin hebûna xwe bi awayê herî xurt nîşan bidin. Îro li Îmraliyê maseyek hatiye danîn. Eger ev mase hatiye danîn, ev nîşaneya asta ku têkoşîna rêxistinkirî ya vî gelî gihîştiye ye.’ Ji bo vekirina hemû qadên têkoşîna demokratîk ev pêvajo pir bi qîmet e. Di qonaxeke ku çek bêdeng in de, em kesên ku li Tirkiyeyê tevgera kedê, tevgera ciwanan û tevgera ekolojiyê dimeşînin, dikarin vê yekê gelekî bi xurtî bikin. Divê em dengê xwe bilindtir bikin. Divê em hemû bi hev re vê yekê binirxînin.”

‘Divê em xwe birêxistin bikin’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ciwan berê xwe didin madeyên hişbir û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ên ku rasterast bi destê dewletê tên meşandin. Gelo ciwanekî madeyên hişbir bi kar tîne, dê têkoşînê bike da ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê? Dê bê bîra wî? Ji ber ku mejiyê wî tê jehrîkirin. Dema jê re tê gotin ku madeyên hişbir bi kar neyîne, nikare berde, ji ber ku girêdayîbûneke biyolojîk çêdibe. Ji ber vê yekê divê em li dijî vê yekê têkoşîneke pir xurt bimeşînin. Em ê li dijî vê yekê xwe birêxistin bikin. Berî ku ciwan bikevin nava xefika madeyên hişbir, em ê wan ciwanan bibînin û birêxistin bikin. Dayik li her derê balê dikişînin ser madeyên hişbir, ji ber vê yekê divê em giraniyeke zêdetir bidin vê mijarê.”

‘Ji bo fondanan heye, ji bo xwendekaran tune ye’

Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêkên ku ciwan dijîn û wiha axivî: “Zarok li dibistanan sabûnê nabînin ku destên xwe bişon. Me xwest ku ji bo xwendekar û zarokan carekê di rojê de xwarineke belaş bê dayîn. Welatekî ji 86 milyonan nikare xwarineke rojê dabîn bike? Çima pereyan dişînin ji bo fondanan? Pereyên ku ji wan fonên ku nêzîkî AKPê ne û di nava wan de parlementer û burokrat hene tên dizîn, ji budçeya welatekî mezintir in. Lê ji bo dayîna pereyê xwarineke rojê ji xwendekarekî re aciz in.”

‘Kedkar dibêje min tama goşt ji bîr kiriye’

Hatîmogûllari behsa bursa 4 hezar lîreyî ya ku ji xwendekarên zanîngehê re tê dayîn kir û wiha bi dawî kir: “4 hezar lîre têra çi dike? Bila ciwanek bi hevalekî xwe re biçe tostê bixwe û li gel wê ava fêkiyan vexwe, hezar lîre jixwe çû. Gelo ew ciwan mehê carekê tenê xwarinê dixwin? Enflasyon ji bo kê dadikeve, ji bo wan dadikeve. Enflasyon ji bo welatiyan li ser cihê xwe disekine. Bihabûna jiyanê li ser cihê xwe dimîne. Her kes dizane ku goşt, zeytûn û penêr çiqas biha ne. Kedkar dibêje ku ez bûme muhtacê xwarina goşt. Dibêje min tama goşt ji bîr kiriye. Welat anîn vî halî. Ciwanên me di heman demê de ji bo ji van rizgar bibin, hewl didin biçin Ewropayê. Di dîroka Tirkiyeyê de pêla herî mezin a koçberiyê niha tê jiyîn.”

Bername bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: li ser butçeyê xebatên ciwananMeclisa Ciwanên DEM PartiyêTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: COP31ê ji bo domandina pergala talanê dikin perde

Tulay Hatîmogullari: COP31ê ji bo domandina pergala talanê dikin perde

14 MIJDAR 2026
Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

4 MIJDAR 2026
Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

3 MIJDAR 2026
Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

2 MIJDAR 2026
‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

30 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne