Girtiyê bi navê Sabahattîn Tekîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Sabahattîn Tekîn diyar kir ku hevalên wan ên rewşa wan giran heye nayên berdan û wiha got: “Encax bi têkoşînê em dikarin van sepanan derbas bikin. Ji bo wê berpirsiyariya me bilindkirina têkoşînê ye. Dê têkoşîna me bidome.”
Sabahattîn Tekîn piştî 30 salan ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê derket. Ew li ber girtîgehê ji aliyê malbata, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek kesan ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Sabahattîn Tekîn piştî girtîgehê derket axaftineke kurt kir.
Sabahattîn Tekîn bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û diyar kir ku Saziya Tipa Edliyê (ATK) îşkence dike û wiha got: “Divê girtî herî kêm 15 caran herin nexweşxaneyê. Dema ku hevalên me diçin nexweşxaneyê jî bi saetan li ser linga benda bijişkan dimînin. Mirovên baş jî nexweş dibin. Ji ber vê yekê çend hevalên me naxwazin derkevin lijneyê. Ev sepan li her qadê pêk tên. Hevalên me yên rewşa wan giran heye nayên berdan. Encax bi têkoşînê em dikarin van sepanan derbas bikin. Ji bo wê berpirsiyariya me bilindkirina têkoşînê ye. Dê têkoşîna me bidome. Bi vê em dikarin hevalên xwe azad bikin.”














