Stenbol – Walitiya Stenbolê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên baranê de dibistan sibê jî girtî ne. Navenda Koordînasyona Karesatê (AKOM) ragihandibû ku dê sibe jî li Stenbolê bareneke zêde bibare.
Li Stenbolê ji duh ve bênavber baran dibare. Barana zêde li gelek navçeyên Stenbolê bû sedema lehiyê. Ji ber lêhiyê rê xera bûn û xanî, kargeh û gelek dever di bin avê de man, yek jê zarok 2 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Walitiya Stenbolê ji ber barana zêde dibare îro dibistan betlane kiribû. Walîtî ragihand ku dê sibê jî dibistan di çarçoveya tedbîran de girtî bin.
Navenda Koordînasyona Karesatê (AKOM) ragihandibû ku dê sibe jî li Stenbolê bareneke zêde bibare.













