Hesabê Xê yê Kurmancî yê Ajansa Mezopotamyayê carek din hate astengkirin.
Ji sala 2024an ve hesabên platforma medya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi astengî, qedexe û sansurê re rû bi rû ye. Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin. Hesabê ajansê yê bi navê @mezopotamyakrd3 bi biryara Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê hate astengkirin.
Ajans wê parvekirin ango postên xwe ji niha şûn ve li ser hesabê @mezopotamyakrd4 berdewam bike.













