Îzmîr – Parvekirinên Ajansa Welat (AW) ên li ser bîranîn û şîna cangoriyan, ji ber çewtiyên algorîtmayî yên platforma Xê weke zimanê Rumenî hatin naskirin û bi wergerek heqaretî tên guhertin. Ev sosreta jîriya çêkirî bû sedema hêrseke mezin a şopîneran û careke din xetereyên pergala bêkontrol a Xê raxist ber çavan.
Platforma medya dîjîtal a X (Twittera berê), ji ber pergala xwe ya çewtiyê ya jîriya çêkirî û kêmasiyên di naskirina zimên de, bû sedema sosretek mezin. Parvekirinên Ajansa Welat (AW) ên derbarê bernameyên bîranîn û şîna cangoriyan ên li Amedê ji aliyê pergala wergera otomatîkî ya Xê ve bi xeletî weke zimanê Rumenî an jî zimanên din ên Ewropî hat naskirin. Pergalê ne tenê ziman bi şaşî tespît kir, di heman demê de merasîmeke bîranîn û şînê bi gotinên nexweş û heqaretî werdigerîne Tirkî. Ev wergera çewt ya ku ji aliyê platformê ve hate kirin, di nava şopîneran de bû sedema nerazîbûn û hêrseke mezin.
Şaşitiya Algorîtmayê û Krîz
Ajansa Welat, nûçeyan bi zimanê Kurdî digihîne xwînerên xwe. Lê belê mekanîzmaya wergera otomatîkî ya Xê di van demên dawî de xistiye meriyetê, peyameke şînê ya eslê xwe Kurdî ye, bi şaşî wekî zimaneke din nîşan da. Ji ber ku pergal kokên peyvan û avahiya dengan bi xeletî li hev anî, bernameyeke şînê ya ku di hişê civakî de xwedî ciheke pîroz e, bi gotinên berevajî û heqaretî veguherand Tirkî. Vê yekê rê li ber manipulekirina nûçeyê vekir û Ajans Welat (AW) bû hedef.
Kêmasiyên platforma Xê yên teknîkî û sîstematîk
X, di zimanên ku di qada cîhanî de belavbûna wan kêm e an jî di daneyên şîrketên teknolojiya rojavayî de tên piştguhkirin yanî zimanên kêm-qezenc, di qonaxa naskirina wan zimanan de têk diçe. Ji ber ku Kurdî bi awayekî bêkêmasî wekî kodeke fermî ya ISOyê nehatiye entegrekirin, modelên jîriya çêkirî texmînên xelet dikin.
Grok bê yî ceribandinên pêwîst ket meriyetê
Piştî ku platforma Xê kete bin rêveberiya Elon Musk de, guhertinên herî radîkal di polîtîkayên “ewlehî û parastinê” de pêk hatin. Ji bo kêmkirina lêçûnên şîrketê, gelek tîmên pispor ên ku çavdêriya naverokan dikirin, kontrola kalîteyê pêk dianîn û bi xeletiyên algorîtmayî re mijûl dibûn, ji kar hatin derxistin. Di encamê de, modelên îstixbarata çêkirî yên wekî Grok bi lezgîniyeke mezin û bêyî ku ceribandinên pêwîst li ser zimanan werin kirin, rasterast li ser hemû bikarhêneran hat ferzkirin.
Grok hişmendiya çandî û çarçoveya civakî nizane
Asta vê bêkontroliyê di bûyerên hestiyar û civakî de bandorên gelekî xirab çêkir. Pergalên îstixbarat ên teknolojîk û jîriya çêkirî dema ku bi naverokên wekî bîranîn, merasîmên serxweşiyê, an jî bi nirxên dîrokî û çandî re rû bi rû dimînin, ji ber nebûna “hişmendiya çandî û çarçoveya civakî” valahiyên mezin dertên holê. Îstixbarata çêkirî bêyî ku wateya peyvên wekî cangorî, bîranîn an jî gel fêm bike, wan bi tespîtên çewt ên li ser zimanên din dispêre algorîtmayên wergerê. Di encamê de bîra civakî, rûmeta malbatên ku merasîman li dar dixe û nirxên gel tê binpêkirin; pergal bêyî ku xwedî tu fîltreyeke exlaqî an civakî be, naverokên bîranînan bi awayekî heqaretî û provokatîf dide guhertin. Ev jî nîşan dide ku jîrahiya çêkirî ya bêkontrol çiqas dikare di destê platformên cîhanî de bibe amûreke xeternak a bêrûmetkirinê. Her wiha ji bo bikarhêner û saziyan ku van çewtiyên wergerê tavilê ragihînin û pergal zû wan sererast bike, tu mekanîzmayeke şefaf û rasterast jî tune ye.
Mafên dîjîtal û zimanê Kurdî
Gihîştina agahiyan û azadiya îfadeyê mafekî gerdûnî ye; lê belê zimanên weke Kurdî ku bi milyonan kes pê diaxivin, ji aliyê şîrketên mezin ên teknolojiyê (Meta, X, Google hwd.) ve hê jî wekî zimanên “sinifa duyemîn” tên dîtin, ev yek ji bo parastina mafên dîjîtal kêmasiyeke mezin e. Şîrket di budçeyên xwe de cih nadin van zimanan û piştgiriya binesaziyê nakin û ev jî newekheviyeke sîstematîk diafirîne. Zimanên ku di cîhana dîjîtal de bi fermî nayên naskirin dibin qurbaniyên algorîtmayan.
Hewldanên çareseriyê: Divê çi bê kirin?
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pêşîlêgirtina li dubarebûna van sosretiyan, divê gavên yek bi yek bên avêtin bi vî rengî ne:
Ji bo saziyên rojnamegeriyê û bikarhêneran
Pêdivî ye ku saziyên çapemeniyê piştî her parvekirinê kontrol bikin û taybetmendiya wergerê ji bo naverokên xwe bixin bin çavdêriyê. Di rewşên çewtiyên mezin de, divê şopîner û xebatkarên ajansê bi hev re bi rêya raporkirinê pergalê hişyar bikin. Her wiha ji bo jîriya çêkirî baş têbigihîje ku parvekirin bi Kurdî ye, di parvekirina her nûçeyê de bi taybetî parvekirinên şînan de mirov dikare hasthag a #Kurd #Kurdî û #Kurdistan bi kar bîne.
Ji bo Xê
X divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî di lîsteya zimanên pergalê de bi kodên standard ên navneteweyî (ISO 639-1) bi cih bike û ji bo saziyên bi zimanên ku tene asîmîle kirin weşanê dikin, qenaleke ragihandinê ya bilez ava bike.
Ji bo têkoşîna demdirêj û edaleta dîjîtal
Saziyên parastina mafên dîjîtal divê li dijî “kolonyalîzma zimanî” ya şîrketên mezin kampanyayan bidin destpêkirin û ji bo pêşxistina projeyên daneyên vekirî yên Kurdî (mînak, platformên zimanî yên çavkaniya vekirî) divê bê piştgirîkirin da ku şîrketên teknolojiyê neçar bimînin binesaziyeke rast ava bikin.













