• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

Stenbol / AW 

18 TEBAX 2026 - 10:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedar Veysel Keser ê ku li Ewropayê di sirgûniyê de dijî diyar kir ku hêviya herkesê ku li Ewropayê dijî vegera welat e û wiha got: “Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin siyasetmedarên li Ewropayê jî tev li pêvajoyê bibin. Ji bo tevahî beşên civakê tev li pêvajoyê bibin em dixwazin ji Ewropayê vegerin welatê xwe.”

Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin di 5ê Tebaxê de derbasî qonaxekî nû bû. Di 5ê Tebaxê de qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku ji 12 xalan pêk tê bi îmzeya 367 parlamenteran pêşkeşî Meclisê hat kirin. Qanûna ku di 8ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê derbas bû, di 10ê Tebaxê de di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Niha jî çavê gel ketina meriyetê ya qanûnê ye û di nava civakê de nîqaş li ser pêvajoyê tên kirin.

Veysel Keser di sala 2014an de wekî hevşeredarê Rêya Armûşê hate hilbijartin û di 11ê Îlona 2016an de li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Ji ber ku cezayên hepsê derbasî Ewropayê bû û têkoşîna xwe li wir berdewam dike. Veysel Keser têkildarî pêvajoyê û vegera welat ji ajansa me re axivî.

‘Pirsgirêka Kurd ji têgehên înkar, îmha û darvekirinê derbasî maseya danûstandinê dibe’

Veysel Keser diyar kir ku Qanûna Çarcoveyî li Meclîsê bi dengekî bilind derbasbû û wiha axivî: “Ji bo pêşxistina pêvajoyê li Ewropayê û li welat gelek civîn hatin lidarxistin. Bi wan civînan israra li ser aştiyê danîn holê. Gelek siyasetmedar jî tev li civînan bûn û encamek derket holê ku divê ev qanûn neyê biçûkkirin. Ev qanûn dê rê li ber pêvajoyekê veke ku êş, xwîn, pevçûn û tundiya 50 salan bi dawî bike û pirsgirêka Kurd derbasî qada demokrasî û hiqûqê bike. Em di nav pêvajoyekê de ne ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û muzakere çareser bibe. Bi saya israra birêz Abdullah Ocalan, cara yekemîn di dîrokê de, pirsgirêka Kurd ji têgehên înkar, îmha û darvekirinê derbasî maseya danûstandinê dibe, lê belê; divê kêmasiyên qanûnê jî bên dîtin û bêyî derengî rêya çareserkirina wan jî bên kirin. Qanûna Çarçoveyê destpêkeke girîng e; ew deriyê serdema çek û pevçûnê digire û deriyê serdema siyaset û hiqûqê vedike. Lê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hê jî bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê, gel ji qanûnê razî ye, lê ew qanûnê wek çareseriya dawî nabîne. Mijara sereke ew e ku piştî qanûnê, di warê demokratîkbûnê û hemwelatiya wekhev de gavên nû yên qanûnî û siyasî bên avêtin. Ger şer û pevçûn bi dawî bibe û çekan li aliyekî bihêle, pirsgirêka Kurd dikare ji qada ewlehiyê ber bi siyaset, parlamentoyê û hêmanên demokratîk ve were veguhestin. Ev ji bo Kurdan derfeteke girîng e.”

‘Ev qanûn dikare bibe destpêka qonaxeke nû’

Di berdewamiya axaftina xwe de Veysel Keser destnîşan kir ku divê were ditîn ku ev qanûn pirsgirêka Kurd bi temamî çareser nake û wiha domand: “Ev qanûn bi xwe mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi temamî garantî nake. Pergala qayimê bi dawî nake. Xweseriya herêmî yan jî rêveberiya herêmî ya bihêz saz nake. Nasîna Kurdan wekî gel di Destûra Bingehîn de garantî nake. Hemû pirsgirêkên ku girêdayî siyasetmedarên Kurd in çareser nake. Ji ber vê yekê divê bê gotin; ev ne dawiya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ev qanûn dikare bibe destpêka qonaxeke nû. Ji bo Kurdan derfeta herî mezin çi ye? Derfeta herî mezin ew e ku çek bi dawî dibe û siyaseta demokratîk dest pê dike. Daxwazên Kurdan êdî dê qada siyasetê werin ziman. Yek ji mijara herî girîng mijara qeyiman e. Ji bo Kurdan ev mijar pirr girîng e. Dawîhatina pergala qeyimê dikare bibe yek ji testên herî girîng ên pêvajoya nû. Rêveberiya herêmî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ne hewce ye ku Tirkiye pergala xweseriyê bi navê taybet qebûl bike. Dikare di hundirê pergala yekpare ya dewletê de rêveberiya herêmî ya bihêz, budceya herêmî ya bihêz, mafê biryargirtina herêmî ya bihêztir, mafê biryargirtina herêmî, rêveberiya demokratîk û beşdariya gel were pêşxistin. Ev dikare demokrasiya herêmî bihêztir bike. Heke armanc bidawikirina şer e divê siyasetmedar jî bikarin bi azadî siyaseta xwe bikin. Ji ber vê yekê di qonaxa nû de divê mijarên girtina siyasî, qedexeya siyasî, mafê hilbijartin û mafê parlamenter, hevşaredariyan bi awayekî ciddî werin nirxandin. Ji bo Kurdan xetereya herî mezin ew e ku pêvajoyek yekalî çêbibe: lê reformên demokratîk neyên kirin. Ev dikare di civaka Kurdî de bibe sedema bêbaweriyê.”

‘Ez vê qanûnê wekî encama dawiyê nabînim’

Veysel Keser anî ziman ku polîtîkayên ewlehiyê, şer û operasyon bi dawî bibin dê aboriya herêmê xurttir bibe û wiha bi lev kir: “Siyaset îstîqrara navxweyî zêde dike. Pozîsyona Tirkiyeyê li herêmê dikare bihêztir bibe. Herî girîng Tirkiye dikare bibe welatek ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û siyasî çareser kiriye. Tirkiye jî berpirsiyariyek nû digire ser xwe. Heke dewlet bibêje; çekan bidin aliyekî. Kurd dikarin bipirsin piştî ku em çekan berdan, em ê daxwazên xwe yên demokratîk bi kîjan rêyê bînin ziman? Divê bersiva vê pirsê were bersivkirin. Ez vê qanûnê wekî encama dawiyê nabînim. Ez wê wekî qonaxeke derbasbûnê dibînim. Ji bo Kurdan aliyê erênî ev e; şûna çek û şer derbasî siyaseta demokratîk bibe.”

‘Em dixwazin ji Ewropayê vegerin welatê xwe’

Di dawiya axaftina xwe de Veysel Keser qala vegera welat kir: “Li Ewropayê bi hezaran parlamenter, rêveber, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd hene. Yek ji wan tev li bûyerên tundiyê nebûne. Bi sedema xebatên xwe yên siyasî êriş li dijî wan pêk hatiye. Bi hezaran kes bi rêya terorê ji derveyî siyasetê hatin kirin. Îro hê jî hevserokên HDPê yên berî Fîgen Yusekdag û Selahattîn Demîrtaş girtî ne. Hêviya herkesê ku li Ewropa jî dijî berdana girtiyên siyasî ye. Ji bo avakirina civakeke demokratîk û ji bo ku em di pêşketina vê pêvajoyê de beşdar bibin û piştgiriyê bidin, em dixwazin siyasetmedarên li Ewropayê jî tev li pêvajoyê bibin. Ji bo tevahî beşên civakê tev li pêvajoyê bibe em dixwazin ji Ewropayê vegerin welatê xwe.”

Etîket: pêvajoya civaka demokratîkVeysel Keser
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne