Êlih-Nivîskarê Kurd Onder Kirmizitaş anî ziman ku derxistina qanûnan ji bo ku pêvajo bê meşandin û mafên ku tên xwestin, ji bo Kurdan bên erêkirin gelek baş e û wiha bal kişand ser muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Gelê Kurd ji roja ku ev têkoşîn hatiye destpêkirin her gotiye muxatap birêz Ocalan e. Ger ku kesek muxatap hate dîtin divê mafê azadiya wî ya fîzîkî jî were bicih.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nêzî du sal in didome. Herî dawî di 5ê Tebaxa 2026an de bi derxistina qanûnan re pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Bi berdewama pêvajoyê re di 5ê Tebaxê de qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku ji 12 xalan pêk tê, bi erêkirina 367 parlamenteran radestî meclisê hate kirin. Ev qanûn di 8ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê derbas bû û piştî wî jî di 10ê mehê de jî di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin û piştî îmzekirina serokkomariyê di rojnameya fermî de hat weşandin. Piştî van gavan niha çavê civakê li qanûnan ne ku bikevin meriyetê.
Nivîskar Onder Kirmizitaş derbarê derxistina qanûnên çarçoveyî de ji ajansa me re axivî.
Onder Kirmizitaş diyar kir ku gelê Kurd û rêxistina Kurd heta niha gelek gav avêtine û wiha got: “Ji sala 93yan heta niha gelek caran gavên agirbestê hatine avêtin. Ew qanûnên ku hatin derxistin û li meclisê hatin qebûlkirin jî tişteke wisa zêde têde tune ye. Hêviyên wisa mezin jî nadin mirov. Weke ku em dişopînin Rêber Apo gelek tişt gotiye û gelek gav avêtiye. Lê mixabin dewletê gaveke wisa mezin neavêtiye û navê ‘Tirkiyeya bê Teror’ jî nayê qebûlkirin. Yên ku 3 hezar hezar gund şewitandiye dewlet e, yê zindanan tije kiriye dîsa dewlet e. Lê yên ku pêvajoyê daye destpêkirin Rêberê Apo ye. Gelê Kurd ji roja ku ev têkoşîn hatiye destpêkirin heta niha her gotiye muxatab birêz Ocalan e. Ger ku kesek muxatap hate dîtin divê mafê azadiya wî ya fîzîkî jî bînin cih da ku nivîskar, akademîsyen, rojnameger û kesên entelektuel bikaribin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Divê heyetên Ewropayê jî bikaribin pê re hevdîtinan bikin. Dema ew bikaribin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinan bikin dê pêvajo derbasî qonaxeke din bibe.”
‘Rêyeke bi hezar gavî bi gavekê dest pê dike’

Onder Kirmiztaş di axaftina xwe de pêvajoya beriya niha hatibû destpêkirin bi bîr xist û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan gotibû ‘Yê ku Rojhilata Navîn û cîhanê baş dixwîne û analîz dike Ocalan e. Em dixwazin ji fikrên wî sûdwerbigirin.’ Di vê pêvajoyê de jî Rêber Apo careke din ‘Rêyeke bi hezar gavî bi gavekê dest pê kir.’ Jixwe ev gav pêşî hatibûn avêtin. Lê piştî ku ew gotin hatin gotin, qanûn hatin derxistin. Ji bo Kurd bigihîjin mafên xwe yên bingehîn avakirina civakek demokratik ferz e. Em hêvîdar in di pêşerojê de hinek makezagon, yasayên nû û gelek guhertin bên kirin. Em dixwazin Kurdên li Ewropayê, yên başûrê Kurdistanê û yên gelek deveran belav bûne bila bên siyasetê bimeşînin. Lê pirsgirêkek bi vî rengî jî heye, hinek kes li derveyê wan qanûnan hatine hiştin. Nîvê girtiyan bigihêjin azadiya xwe û nîvê din azad nebin nabe û bi vî awayî tu tişt çareser nabe. Spanya bi ETAyê re rûnişt, Kolombiya bi FARCê re û Îngilistan bi HIRAyê re rûnişt maseyên çareseriyê û li ser wê maseyê dewletên çavdêr jî hebûn. Dibêjin; ‘Bila çek bên danîn û teslîm bikin, dê ew qas çekan deynin ku derê?’ Ger tiştek wisa hebe dê ewqas çek di çavdêriyên kî de bên teslîmkirin. Yan jî dê di çavdêriyên kîjan dewletan de bên şopandin û bikeve meriyetê. Yan jî dema sozekî bidin, dê kîjan dewlet vê yekê bişopîne. Lê niha bêdengiya dinyayê ya niha mirovan dixe nav şik û gumanan.”
‘Yên ku Tirkiyeyê xelas kir Kurd bûn’
Di berdewama axaftina xwe de Onder Kirmizitaş bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotibû ‘Heta niha sê tifaqên Kurd û Tirkan çêbûne, em dixwazin tifaq û hevgirtina çaremîn bidin çêkirin’ û wiha pêde çû: “Di 1071an de dewleta Selçûkiyan û Bîzansiya şer kirin, Kurd di wir de bi hezaran windahî dan. Dîsa deriyê Anatolyaya Navîn ji dewleta Tirk re vebûn. Her wiha di 1514an de şerê Çaldiranê çêbû, Kurd dîsa piştgirî dan dewleta Tirk. Di 1919-1923yan de şerê rizgariyê yê Tirkiyeyê çêbû. Di wir de jî yên ku bi piranî şer kirin û windahî dan dîsa Kurd bûn. Yê ku Tirkiyeyê xelas kir dîsa Kurd bûn. Dema di sala 1921an de makezagon hat derxistin, di xala sêyemîn de digot ‘Ger ku gelên herêmê hewcehî bibîne dê waliyê xwe di nava xwe de hilbijê re.’ Ew bixwe jî bi awayekî xweserî bû. Di sala 1924an de makezagon hatin guhertin, ew destkeftiyên gelê Kurd a xala sêyemîn ji holê hate rakirin. Di 1924an de înkar hate destpêkirin û di 1925an de ji ber rêxistina Xoybûn hate avakirin, Şêx Seîd û hevalên xwe hatin darvekirin.”
‘Terciha gelê Kurd niha aştî ye’
Her wiha Onder Kirmizitaş anî ziman ku armanca gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn avakirina hêz û hevgirtineke mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em dinêrin gelek bajarên Kurdistanê dîsa Kurd bi rê ve dibin. Dibe dewletê walî tayînê bajarên Kurdan kiribe, lê hemû sazî û dezgeh di destê Kurdan de ne. Ev ji bo me tişteke baş e. Lê barê aştiyê mezintir û girantir e. Gelê Kurd çawa ji di şer de zarok, mal, milk û gundên xwe dan, divê wisa li aştiyê jî xwedî derkevin. Rêber Apo dibêje ‘Aştiyek çiqas ne baş be jî ji şerekî bê hempa baştir e.’ Tercîha gelê Kurd niha aştiye. Daxwaza gelê Kurd aştiyek bi rûmet e. Armanc, aştiyeke ku mafên gelê Kurd bikeve makezagonê ye. Îro çawa Tirkek bi zimanê xwe perwerde dibîne divê Kurd jî wisa bi zimanê xwe perwerde bibînin.”













