Êlih – Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ji bo ku aştiyeke mayînde pêk bê, divê em dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji hela Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, piştî qanûna çarçoveyî li Meclisê hate amadekirin li bendê ye piştî rapora tespît û teyîdê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bikeve meriyetê. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî derbarê pêşketinên dawî yên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, qanûna çarçoveyî û girîngiya domdariya têkoşînê de axivî.

‘Muxatabê vî karî birêz Ocalan e’
Zeynep Odûncû Kûtevî anî ziman ku bi bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin, bi pêvajoyê re gelek tişt hatine guhertin û wiha axivî: “Ev jî ji bo Kurdan di dîroka komarê de tişteke yekemîn bû, lê hê jî wisa gaveke şênber nahatiye avêtin. Bi qasî em dizanin gavên aştiyê zû bi zû nayên avêtin, bi salan berdewam dikin. Ji ber vê jî hewce ye têkoşîna me berdewam bike. Bi bangewaziya birêz Ocalan hin gav hatin avêtin. Niha jî êdî komîsyon dê bi Cevdet Yilmaz re hevdîtinan bike. Di van hevdîtinan de hate diyarkirin ku ew ê jêr-komîsyon werin avakirin. Dibe ku hin xal kêm bin, lê dê têkoşîna me hê nû dest pê bike û divê bi gavavêtina dewletê jî em destê xwe xurttir bikin. Muxatabê vî karî jî birêz Ocalan e. Dema ku komîsyon hate avakirin, ji bo ku naveroka wê tije bibe, divê komîsyonên lêkolînan û mafan bên avakirin. Ev jî ji bo xebatên fermî ne. Da ku xebatên fermî xurttir bibin.”
‘Kurd aştiyê dixwazin ne şer’
Di berdewama axaftina xwe de Zeynep Odûncû Kûtevî diyar kir li Tirkiyeyê 86 milyon mirov dijîn, nîviya wan Kurd û nîviya din, Tirk in gel û civakên cuda jî hene û wiha got: “Lê nîviya vê civakê bi hişmendiyek qirêj hatiye arastekirin. Ji roja ku komar hatiye avakirin, ew civak bi dijminatiyeke mezin li dijî Kurdan rabûye. Dema ku ev pêvajo hate destpêkirin, kesên ku li ser yekperestiyê û xwînmijiyê mezin bûne, dixwazin derbeyan li pêvajoyê bixin. Ji bo ku ew hişmendî bê şikandin, xebateke mezin hewce ye û divê êdî zimanê dewletê jî bê guhertin. Heta ku zimanê dewletê neyê guhertin, dê kiryarên wisa nebaş bidomin. Her tim ji aliyê Kurdan ve aştî tê xwestin, şer nayê xwestin. Dema ku zimanê dewletê bê guhertin dê êrişên li dijî ruhê pêvajoyê jî kêm bibin.”
‘Rêya hezar kîlometreyan bi gevekî dest pê dike’
Zeynep Odûncû Kûtevî bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku gotibû, ‘Rêya hezeran kîlometreyan bi gevekê dest pê dike’ û got ku ne gengaz e ku hişmendiya dewletê ya sed salan di demeke kin de bê guhertin û wiha pêde çû: “Dema ku komîsyon hate avakirin jî gelek tiştên ku Kurdan dixwestin nehatin pêkanîn. Ji bo ku em zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî, divê qeyûm bên rakirin û divê çanda me li pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî qanûnên ku hatine amadekirin ne bi dilê gelê Kurd e. Lewma divê destê birêz Ocalan bê girtin da ku pêvajo xurttir bibe. Ji bo ku pêvajo li pêş bikeve hewce ye dewlet bi Kurdan re bibe yek. Ew jî dizanin ku îro li Tirkiyeyê her tişt ber bi xerabûnê ve diçe. Îro li Tirkiyeyê aborî nemaye, rizandina civakê çêbûye, her kes êdî terka welat dike û gelek ciwan bi destê xwe jiyana xwe diqedînin. Ger ku dewlet van kiryarên ranewestîne dê li pêş nekeve. Li derdorê Tirkiyeyê şerên dijwar diqewimin. Ger ku Tirkiye xwe ji vê yekê rizgar neke, dê nikaribe xwe mezin bike.”
‘Gelek berdêlên giran hatine dayîn’
Di berfirehiya axaftina xwe de Zeynep Odûncû Kûtevî bi lêv kir ku piştî qanûna çarçoveyî hate derxistin, divê êdî dest ji têkoşînê neyê berdan û bêhtir bê mezinkirin, da ku guhertin çêbibin û wiha domand: “Dibe ku hin qanûnên hatine derbaskirin ne bi dilê me bin, lê hinek tişt hê nû dest pê dikin. Ji bo ev qanûnan bên guhertin, divê em li ser bisekinin. Bi hezaran hevalên me di zindanan de ne û ew ê gelek ji wan jî, bi van qanûnan bên berdan. Ji bo yên mayî ku dibêjin; ‘dê kesên ku beriya 2005an hatine girtin ji bo wan tiştek tune ye.’ Divê em ji bo azadiya wan jî têbikoşin û li ber xwe bidin. Dema ku em li nava gel digerin gelek malbatên me biguman nêzîk dibin. Em dikarin bêjin mafdar in. Lê mirov dikare bêje, 10 sal û 30 sal berê jî ne weke xwe ye, 50 sal berê hê cudatir bû û ew ê 3 sal şûnde jî ne weke îro be. Ji ber ku birêz Ocalan pêşî li van gavan vekir û gelek ciwanên Kurd jî li ber xwe dan.”
‘Divê em bi siyaseta demokratîk têkoşîna xwe bidomînin’
Zeynep Odûncû Kûtevî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîn di encama berdêlên gelek giran de hatiye vê astê û ev tişt gotin: “Ji bo ku aştiyeke mayînde pêk bê divê em dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku em çand, huner û nasnameya xwe nestînin, em dest ji têkoşîna xwe jî bernadin. Êdî hebûn û nasnameya gelê Kurd nayê nîqaşkirin, gelê Kurd li her dera cîhanê tê naskirin. Êdî nikarin bêjin ku Kurd tune ne, hewce ye ku Kurd jî destkeftiyên xwe mezintir bikin. Me gelek berdêl dane û gelek ciwanên Kurd xwîna xwe rijandine. Ji niha û pê ve jî em naxwazin neynûka yek ciwanê me biêşê. Divê ew jî em jî bi siyaseteke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd ji roja roj ve têkoşînê û berxwedanê dizane. Xwestek û daxwazên gelê Kurd her tim aştî û jiyaneke hevpar bûye.”












