Êlih – Hevseroka DBPê ya Êlihê Celîle Yildiz û Hevserokê DEM Partiyê yê Farqînê Mahsûm Karakoç derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anîn ziman ku dewlet bi nêzîkatiyên xwe yên derengxistina avêtina gavan ve, di nava civakê de bêbaweriyeke mezin dide avakirin.
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir û nêzî du sal in berdewam dike. Her çiqas ji aliyê Tevgera Azadiyê ve heya niha gelek gavên şênber hatibin avêtin jî ji aliyê dewletê ve gavên ku tên avêtin an qels in an jî dereng dimînin. Ev yek bandora xwe li ser pêşketina pêvajoyê dike û di nava civakê de dibe sedema gumanan.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Celîle Yildiz û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Farqînê Mahsûm Karakoç derbarê pêvajoyê de axivîn.
Celîle Yildiz diyar kir ku tevî gelek gav ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin, dewletê geveke wisa şênber neavêtiye û wiha axivî: “Hewce ye ku ewil azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk bê. Ev daxwaz a gelê Kurd e. Dema ku ev gav bê avêtin, dê zindan jî vala bibin. Hevalên ku 32-33 salên xwe di zindanan de mane, înfazên wan tên şewitandin. Ev tişt nayê qabûlkirin ji ber ku hevalên me yên nexweş di nava wan de zêde hene. Niha bêdengiyek heye, ew bêdengî bêbaweriyê bi xwe re tîne. Dema ku Serok azad nebe û neyê siyasetê neke ev pirsgirêkek mezin e. Heta niha çi gavên ku hewce bûne Serok avêtiye û daye avêtin. Niha di pêvajoyê de sekinandinek heye, divê di serî de gel xwedî derketina Rêbertî xurtir bike. Ger ku destên Kurda ne xurt be, dê dewlet gav neavêje. Ji destpêkê heta niha Serok ji bo kesayeta xwe tu tiştek nexwestiye, ew her tim aştî ji bo gelan dixwaze. Dewlet bi van nêzîkatiyên xwe di nava civakê de bêbaweriyeke mezin dide avakirin.”
‘Dewlet li gorî pêvajoyê cidî nêzîk nabe’
Mahsûm Karakoç jî da zanîn ku dewlet ji dil nêzîkî pêvajoyê nabe û ev tişt gotin: “Ev 200 sal in dewletên neteweperest xwestin ku têkiliyên Kurd û Tirkan ên bi hezar salan biqedînin. Ev 50 sal in jî berxwedaneke bêhempa berdewam dike û vê jî da nîşandan ku êdî ev yek dê bi pêvajoyeke aştiyê bi dawî bibe. Piştî ewqas sal pêvajoyek hatiye destpêkirin. Her wiha hin xal li meclîse hatine erêkirin. Lê hê jî hinek tişt ji yasayên ku hatine derxistin tên dûrxistin û nakevin meriyetê. Civak ji Serokê Gelê Kurd ku pêvajo daye destpêkirin bawer e. Dema ku em li qadan digerin, civak ji me re dibêjin; ‘Em tu gav avêtinek ji aliyê dewletê ve nabînin û em ditirsin, ev jî bibe weke pêvajoya sala 2013an.”
‘Divê dewlet samîmiyetekê bide nîşandan’
Di berdewama axaftina xwe de Mahsûm Karakoç bi lêv kir ku li zindanan girtiyên nexweş her roj bi mirinê re rû bi rû tên hiştin axaftina xwe wiha domand: “Lê mixabin tevî ku pêvajoyek heye jî ev tişt pêk nayên. Divê dewlet di aliyê pêvajoyê de samîmiyetek bide nîşandan. Dema ku pêvajo bê axaftin û neyê kirin ew pêvajo li hewayê dimîne. Tevî ew qas tişt hê jî zimanê dewletê nehatiye guhertin. Mafê ziman, mafê gerdûnî yê mirovî ye. Dema ku ew maf bi temamî tune bên hasibandin wateya pêvajoyê jî namîne. Mixabin di sedsalên dawî de dewlet vî zimanî li meclisê û li hemû saziyên xwe qedexe kiriye. Weke zimanê nayê nasîn, dide şîrovekirin. Ev ji aliyê civaka Kurd ve nayê qebûlkirin.”
‘Pêvajo azadiya Rêzdar Ocalan naçe serî’
Mahsûm Karakoç bal kişand ser pêkanîna aştiyê û anî ziman ku aştî wêrekiyeke mezin dixwaze û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li bakurê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şerekî bêhempa dimeşe. Şer tiştekî bêminet e lê pêkhatina aştiyê gelekî zehmet e. Aştiya şerê 50 salî, em dizanin ku dê zehmetiya wê jî hebin. Mîmarê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e, dixwazin ku wî li derveyî pêvajoyê bihêlin. Bêyî Rêzdar Ocalan dê ev pêvajo neçe serî. Niha pêvajo bi yekalî dimeşe û di hişê civakê de nakokiyan derdixe holê. Em dixwazin rojek zûtir aştiyek pêk bê, dayîkên me bi êş û elemên wisa mezin re rû bi rû nemînin.”












