• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

    Dozeke nû li rojnameger Oznur Deger hat vekirin

    Dozeke nû li rojnameger Oznur Deger hat vekirin

    Dê koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê jî vegerin warê xwe

    Dê koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê jî vegerin warê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

    Dozeke nû li rojnameger Oznur Deger hat vekirin

    Dozeke nû li rojnameger Oznur Deger hat vekirin

    Dê koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê jî vegerin warê xwe

    Dê koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê jî vegerin warê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Mahmût Altintaş / AW

29 ÎLON 2026 - 09:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Meclisa Tirkiyeyê ku piştî amadekirina qanûna çarçoveyî navber dabû xebatên xwe dê di 1ê Cotmehê de dest bi serdema nû ya qanûn danînê bike. Bi vebûna Meclisê re, li bendê ye ku derbarê qanûna çarçoveyî de bi beşdariya partiyên siyasî di çarçoveya xebatên pêvajoyê de li Meclisê desteyek bê avakirin.

Meclisa Tirkiyeyê piştî Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di 10ê Tebaxê de di encama deng dayinê de qebûl kir navber da xebatên xwe. Tekildarî qanûna çarçoveyî di serokatiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de Desteya Şopandin û Tespîtê hat avakirin û di bin banê vê desteyê de 4 Desteyên Jêr jî ava bûn. Bi vêbûna meclise re li bendê ye ku Desteya Çavderiyê bi beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne, bi Serokiya Serokê Meclise Numan Kurtulmuş bê avakirin. Piştî ku di 1ê Cotmehê de meclis vebû, bi avakirina Desteya Çavderiyê re tê payîn di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên girîng biqewimin. Di serdema nû ya qanûn danînê de gelek dosya di destê meclise de ne.

Qanûna çarçoveyî li bende ye ku piştî rapora tespît û teyîdê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bikevê meriyetê. Şewirmendê Serokkomar Mehmet Uçum tekildarî rapora teyît û tespîdê ragihandibû ku ew li bendê ne di meha mijdarê de bi rapora teyît û tespîtê qanûn bikeve meriyetê. Piştî rapora teyît û tespîdê qanûna çarçoveyî dê têkeve meriyetê. Tekildarî qanûna çarçoveyî, piştî avabûna desteya yekêmîn tê payîn ku dê bi vebûna meclise re desteya 2emîn jî bê avakirin.

Desteya Şopandin û Tespîdê

Piştî qanûna çarçoveyî di encama deng dayinê de li meclise hat qebûlkirin di bin serokatiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de Desteya Şopandinê di 18ê Tebaxê de hat avakirin. Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî ya MGK Oktay Memîş jî di vê desteyê de cih digirin. Di civîna yekêm a desteyê de dê 4 Desteyên Jêr hatin avakirin. Desteya Jêr a Kordînasyona Karên Edlî û Hiqûqî, Desteya Jêr a Çevderî û Tespîdê, Desteya Jêr a Yekbûyîn û Ahenkbûna Civakî û Desteya Jêr a Koordînasyona Bêçekkirin û Siyasîbûnê di bin vê desteyê de hatin avakirin.

Rêberê Gelê Kurd dê di desteyan bêçekkirin û stratejiyê de pêvajoyê bi rê ve bibe

Piştî qanûna çarçoveyî mijarek din a dihat meraqkirin, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muzakerevanê serekê yê pêvajoyê ye, dê di Desteya Jêr a Kordînasyona Bêçekkirin û Siyasîbûnê de cih bigirê û pêvajoyê bi rê ve bibe. Rêveberiya Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyan destnîşan kir ku heta şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê qanûna çarçoveyî nikarê were sepandin. Lê tevî Desteyên Jêr jî hatinê avakirin jî şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk nehatiye. Desteya Şopandin û Tespîdê ku dûh civîna xwe ya yekêm li dar xist, êdî li bendê ye desteyên jêr jî dest bi xebatan bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re diyar kiribû ku divê ji bo sepandina qanûna çarçoveyî divê bi lêz gav bên avetin û pêvajo dereng neyê xistin.

‘Li benda geşedanên nû ne’

Endama Heyeta DEM Partiyê Pervîn Buldan di civîneke li Wanê de diyar kir ku di rojên pêş de ew li benda geşedanên nû ne. Her wiha ji aliyê Şewirmendê Serokkomar Mehmet Uçum ve jî hatibû diyarkirin ku ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyî li qadê xebat tên kirin. Her wiha ji aliyê çavkaniyan ve jî tê gotin ku di navbera Tevgera Azadiyê û saziyên pêywendîdar a dewletê de koordînasyonek heye û ew koordînasyon ji bo amadekirina rapora teyît û tespîdê xebatên xwe didomînê.

Serdema nû ya qanûn danînê ya meclise destpê dike

Meclisa Tirkiyeyê ku piştî qanûna çarçoveyî di 10ê Tebaxê de ketibû batlaneyê di 1ê Cotmehê de vedibe. Di serdema nû ya qanûn danînê de gelek mijar di rojeva meclise de ne. Piştî vêbûna meclisê li bendê ye di bin Serokiya Serokê Meclise Numan Kurtulmuş ji bo qanûna çarçoveyî Desteya Çavderiyê bê avakirin. Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî li vê desteyê di hesabê xwe yê Xê de ragihand ku bi vêbûna meclise re dê ji aliyê Serokê Meclise Numan Kurtulmuş ve resepsiyonek bê dayîn û her wiha bi beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne, dê desteyek be avakirin.

Desteya Çavderiyê

Li bendê ye ku di rojên pêş de Desteya Çavderiyê bi beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne di rojên pêş de be avakirin. Li gor agahiyên çavkaniyên partiyên siyasî hatinê bidestxistin, heta niha ji bo desteyê ew nehatine agahdarkirin. Desteya Çavderiyê dê bi ser navê meclise berdana çêkan a rêxistinê bişopînê û kontrol bike. Her wiha deste dê çavderî û kontrol bike bê ka sererastkirinên qanûnî yên qanûna çarçoveyî tên bicihanîn an na. Di heman demê de destê dê li ser navê meclise pêvajoya sepandina qanûnê rapor bike û û ji raya giştî re ragihîne. DEM Partiyê jî li ser desteya di meclise de be avakirin bi daxuyaniyan ragihand ku divê destê bi nûnertiya wekhev a partiyên siyasî bê avakirin.

Gavên demokratîk li benda meclise ne

Her wiha Desteya Çavderiyê ya li meclise bê avakirin dê li gor qanûna çarçoveyî heke hewce bike dê karibe qanûnên nû jî derbixe. Yek jî mijara herî girîn ku di rojeva meclise de ye qanûnên demokratîkbûyinê ye. Li gor rapora komîsyona meclise piştî qanûn çarçoveyî tê payîn ku dê danîna çekan a rêxistinê bê rojevê, gavên demokratîkbûnê jî bên avêtin. Li gor xala 7an a rapora komîsyonê divê gavên demokratîkbûnê yên weke, rakirina şerhên li ser Rêveberiyên Herêmî, guherandina qanûna ceza û terorê, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, rakirina astengiyên li pêşiya mafê rêxistinkirin û îfadeyê, rakirina astengiyên li pêşiya mafên xwezayî yên weke zimanê dayikê û gelek mijar jî dê di serdema nû ya qanûn danînê de rojeva meclisê be.

Di serdema nû de rojevên serekê yên meclisê

Bi vêbûna meclisê re li bendê ye ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî geşedanên nû biqewimin. Avakirina Desteya Çavderiyê û çêkirina qanûnên demokratîk dê bibe rojeva esasî ya meclise. Ji aliyê din ve jî di serdema nû ya qanûn danînê de gelek qanûn dê li meclisê ben nirxandin. Ji bilî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk yek jî rojeva serekê ya meclise Paketa 13emîn a Darazê ye. Paketa 13emîna a Darazê ku li ser mijara nafaka, zewac û medyaya dîjîtal e dê bibe rojeva meclise. Her wiha piştî meclis vebû di 17ê Cotmehê de pêvajoya diyarkirina bûdçeyê dê li meclise bê nirxandin bûdçeya sala nû bê lidarxistin.

Etîket: çareserîcotmehdestekomîsyonMeclîspêvajoqanûnRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTevgera Azadiyêvebûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

24 ÎLON 2026
Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

22 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

15 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Heta şaneya xwe ya dawî jî li ber xwe da: Devran Bedlîs

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne