DEM Genç ji ber ku wê li 6 navendên Amedê 3 rojan şîn bên danîn, li hin noqteyên Amedê pankartên “Şehîd namirin” daliqandin
Ji bo bîranîna yên ku di dîrok û cihên cûda yên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê li navçeyên Rezan, Farqîn, Bismil û Xana Axparê yên Amedê li 6 navendan şîn bên danîn. Piştî şînên ku dê 3 rojan bidomin, dê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. DEM Genç li taxên Kaynartepe û 5 Nîsanê ji bo şînan pankartên “Şehîd Namirin” daliqandin.
Şînên ku dê bi pêşengiya Komeleya Yekitî Pişgirtî Piştevazî û Çandê ya Bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bên danîn, dê saet di 08.00an de dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de li navenda Amedê li Parka Koşuyolu ya Rezanê dê şîn bên qebûlkirin. Di roja 3yemîn a şînan de dê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Dîsa dê li taxên gundewarî yên Kabaxidir û Arvali yên Rezanê, Kizlal a Farqînê, Pornag a Xana Axparê û Hola ya Bismilê jî şîn bên danîn. Şûnên li vir dê saet di 08.00an de dest pê bikin û 3 rojan bidomin.
















