Ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Parka Koşuyoluyê şîn hate danîn.
Bi Pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê şîn hate danîn. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî di qonê şînê de cih girtin. Li ser maseyên di konê şînê de de hatine bi cihkirin wêneyên 49 cangoriyan û gul hatin danîn. Gel bi girseyî bi diruşma “Şehîd Namirin” serdana şînê dike.
Her wiha ji bo bîranîna endamên tevgerê yên di dîrok û cihên cûda yên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Farqîn, Bismil û Xana Axparê yên Amedê 6 navendan şîn hatiye danîn. Piştî şînên ku dê 3 rojan bidomin, dê bernameye bîranînê bê lidarxistin.














