Amed – Helbestvan Arjen Arî, di 14emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê malbat, wêjekar û hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe hat bîranîn.
Helbestvan û nivîskar Arjen Arî, di 14emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê hat bîranîn. Malbata Arjen Arî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, hezkiriyên Arjen Arî û nivîskar tev li bîranînê bûn.
‘Ew evîndarê Kurdî bû’
Xwişka Arjen Arî, Necla Akay di bîranînê de axivî û da zanîn ku Arjen Arî bi hişmendiyeke welatparêzî têkoşiyaye û wiha got: “Ew evîndarê Kurdî bû. Helbestên wî pir taybet bûn. Nivîsandina helbestvanên ciwan a li ser wî û parvekirina wî me pir kêfxweş dike.”
‘Em ê xwedî li bîranîn û keda wî derkevin û jê hêz bigirin’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay jî diyar kir ku Arjen Arî kedeke mezin daye ziman, çand û hunera Kurdî û ev tişt got: “Arjen Arî heya dawiya emrê xwe, êş û şahiyên vî gelî anî ziman. Ew tu dem ji nav me neçû. Ked û hunera wî dijî û dê bijî jî. Di sala 2008an de di çalakiyekê de helbestek xwend. Min di wê helbestê de jiyana xwe dît. Ziman û hunereke wî ya wisa hebû ku bandor li gel dikir. Em ê xwedî li bîranîn û keda wî derkevin û jê hêz bigirin.”
Bîranînê bi danîna qûrnefîlan a li ser gora Arjen Arî bi dawî bû.













