• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

    Nezîr Ocek: Cegerxwîn textê xwe di dilê gelê Kurd de daniye

    Nezîr Ocek: Cegerxwîn textê xwe di dilê gelê Kurd de daniye

    Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

    Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

    Şaredarîya Çêrmûgî ya AKP’yî dormeyê Pirdê Haburmanî yê tarixî pak nêkena!

    Pira Habûrmanê: Şaredarî divê kontrol û paqij bike

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

    Piştî 30 salan li derve ye: Divê em 24 saetan ji bo azadiyê bixebitin

    Nezîr Ocek: Cegerxwîn textê xwe di dilê gelê Kurd de daniye

    Nezîr Ocek: Cegerxwîn textê xwe di dilê gelê Kurd de daniye

    Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

    Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

    Şaredarîya Çêrmûgî ya AKP’yî dormeyê Pirdê Haburmanî yê tarixî pak nêkena!

    Pira Habûrmanê: Şaredarî divê kontrol û paqij bike

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nezîr Ocek: Cegerxwîn textê xwe di dilê gelê Kurd de daniye

Wan / AW

22 COTMEH 2026 - 13:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wêjekar Nezîr Ocek bi boneya salvegera koça dawî ya helbestvanê navdar Cegerxwîn, behsa ked, helbest û nêzîkatiya wî ya li ser welat û welatiyan kir û destnîşan kir ku Cegerxwîn, hemû jiyana xwe bi armanca pêşxistina çand û zimanê Kurdî û azadiya gel domandiye.

Îro salvegera 42yemîn a koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen) e. Cegerxwîn di sala 1903yan de li gundê Hesarê yê girêdayî navçeya Kercewsê çavên xwe li vê cîhanê vedike. Piştî şerê cîhanê yê yekem tevî malbata xwe koçî Amûdê dikin û beşek zaroktiya xwe li wir derbas dike. Di zaroktiya xwe de şivantî û hemaltiyê dike û perwerdeya medreseyê dibîne. Di medreseyê de çand û folklora Kurdan nas dike û wêjeya Kurdî bala wî dikişîne.

Di sala 1925an de tev li serîhildana Şêx Seîd dibe û piştî serîhildan bi ser nakeve, tevî kurê Şêx Seîd diçe Rewanduz û Bexdayê. Bexdayê, dersên Îslamî digire û dixwaze here Amûdê û wê derê xwe bi cih bike. Piştî çûna xwe ya Amûdê di sala 1928an dest bi helbestnivîsînê dike û xwe wek “Cegerxwîn” bi nav dike. Helbestên wî di Kovara Hawarê de tên weşandin.

Welatparêzî beşek girîng a berhemên wî bû

Di sala 1937an de tev li tevgera Xoybûnê dibe û xebatên xwe li wir jî dimeşîne. Piştî sala 1946an diçe Qamişlo û li wir xebatên xwe yên polîtîk didomîne û dibe serokê “Civata Azadî û Yekîtiya Kurd”.

Ji bo Cegerxwîn azadiya rastîn di cîhaneke bêsînor a bêmêtingerî de ye ku ji aliyê kedkaran ve tê birêvebirin. Di dîwanên wî de mijarên “Welatparêzî”, “Rûdanên Civakî” û “Evîn” beşên bingehîn pêk tînin. Pêwendiyên wî yên bi kovara Hawarê re û hevdîtinên wî yên li Sûriyeyê bi ronakbirên mîna Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û Nûredîn Zaza re, bandoreke mezin li ser ramanên wî yên modern û çepgir kirine.

Tev li serhildana Başûr dibe

Cegerxwîn, li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên polîtîk yên bi partî û saziyên Kurdistanî re didomîne heta ku di sala 1959an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Ew li Zanîngeha Bexdayê bû yekem mamosteyê dersa zimanê Kurmancî û xebatên ziman û çandê meşandin. Di sala 1963an de ji bo xebatên çand û zimanî derbasî Sûriyeyê dibe û li Şamê ji ber xebatên xwe tê binçavkirin. Piştî ku serbest tê berdan di sala 1969an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû û tev li serîhildana li wir bû.

Li Stockholmê jiyana xwe ji dest de

Cegerxwîn di helbestên xwe yên piştî Şerê Cîhanê yê Duyem de bêtir bala xwe daye ser têkoşîna karker û gundiyan a li dijî axa, beg û burjuva ya herêmî. Di helbestên wî de xizanî û daxwaza aştiyê mijarên sereke ne. Ew şer wekî amûreke dewlemendan dibîne û bang li hemû bindestan dike ku li hemberî mêtingeriyê û li dijî kesên ku dîn û desthilatdariyê bi kar tînin yekîtiya xwe ava bikin.

Di sala 1979an de ew derbasî Stockholma Swêdê bû û heta ku jiyana xwe ji dest dide li wir xebatên xwe yên wêjeyî berdewam kir. Piştî 5 salan di sala1984an de li Stockholmê koça dawî kir û cenazeyê wî birin welatê wî û Qamişloyê veşartin.

Cegerxwîn, di jiyana xwe ya 81 salan de berxwedan û xebata ji bo çand û zimanê Kurdî meşand. Ji bo sazkirina hêlîna wêjeya Kurdî bi berhemên xwe pêşengî kir û textê xwe danî di dilê gelê Kurd de.

Bi boneya salvegera koça dawî ya Cegerxwîn, nivîskarê Kurd û wêjekar Nezîr Ocek behsa jiyan û wêjeya wî kir.

‘Em minetdarên Cegerxwîn in’

Nezîr Ocek minetdariya xwe ya li hember Cegerxwîn û taybetmendiyên kesayetiya wî anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Navê Cegerxwîn yê rastî Şêxmûs e. Di sala 1903yan de tê dinyayê û 1984an li Stockholma Swêdê çûye ber dilovaniya Xwedê. Laşê wî yê pîroz hewşa mala wî ya li Qamişlo hatiye veşartin. Ew mirovekî civatî, evîndarî, polîtîk, welatparêz, neteweyî û pêşbîn bû. Wêjeyeke gel bilind kiriye û hemû helbestên xwe bi zimanê gel nivîsandiye.”

‘Zêdetir ji Melayê Cizîrî bandor bûye’

Li ser mijarên wêjeya Cegerxwîn Nezîr Ocek da zanîn ku ew ji dil ve girêdayî welatê xwe û welatiyên xwe bû û ji ber vê yekê jî xwedî tu berjewendiyan nebû. Nezîr Ocek diyar kir ku ew tenê bi eşqa welat tevdigeriya û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Li ser helbestên Cegerxwîn bandora Melayê Cizîrî gelek çêbûye. Helbestên xwe li gorî Melayê Cizîrî honandine. Melayê Cizîrî ne aşiqê dînar û dîrheman bû, tenê aşiqê welat û miletê xwe bû û Cegerxwîn jî ji wî îlham girtiye.”

‘Cegerxwîn di helbesta xwe de pirsa, em çi ne û em ê çawa bibin, dike’

Ji bo her kesek yarek heye ê min welat yar e
Belê çi bikim di destê dijminê xwînxwar û xedar e

Çi qas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazîk û şen û şepal û şox û cebar e

Ev e soza min û dîlber eger bimirim di vê rê de
Ji vê dinya xweş û şêrîn Cegerxwîn jî ne bêpar e

Nezîr Ocek çend bendên helbesta Cegerxwîn xwend û bal kişand ser xweza û erdnigariya xweş a Kurdistanê da. Nezîr Ocek bal kişand ser bandora hezkirina welat a li ser helbestên Cegerxwîn û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Welatê Kurdistanê, welatek bi bereket e, axa wê wekî zêr e û ji ber ku av û derav û çiyayên wê bêhempa ne. Hem aliyê çandiniyê de hem jî aliyê sewalkariyê de welatekî gelek hêjaye.”

‘Hevkarên dagirkeran li hemberî yekitiya Kurd in’

Nêzîr Ocek destnîşan kir ku Cegerxwîn xapandina gel ya bi destê şêx û began gelek aciz bûye û ev yek di nivîs û helbestên xwe de jî daye diyarkirin. Nezîr Ocek anî ziman ku Cegerxwîn di helbestên xwe de rexne li hevkarên dagirkeran jî kiriye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Şêx, axa û begên bûne asteng li hemberî yekitiya gelê Kurd. Lewma wî jî rexne kiriye. Her wiha behsa oldarbûna van kesan jî dike û dibêje: ‘dîndar bûn ne destmaçîkirin e’. Tiştêkî din jî ya ku Cegerxwîn giringiyê didê zanabûn e. Dibêje ku ‘zanabûn nebe em ê bibin bindest û bên talankirin’. Dîsa dibêje ku, ‘dîn, serxwebûna milet e’ û bal dikişîne li ser azadbûna gelê Kurd.”

‘Ji bo jinên di nav çar dîwaran da hatine dîlgirtin’

Keçê rabe, serî hilde di vê çaxê wiha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xew da bî

Dixwazim zû bixwînî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan da bavêjî, wekî – Andêr û Benda bî

Çi ne ev çarik û pêçî, di rexta xwe rapêçî
Bi destê te keleşinkof, bera zana û xwenda bî

Ji dijmin re mêrkuj bî, di hundir de paqij bî
Ne xav û bê xûy û rij bî, meger çendan li gunda bî

Derbarê têkoşîna jinan de Nezîr Ocek bi bîr xist ku heta jin azad nebin welat jî azad nabe. Bi devê Cegerxwîn nêrînên wî ên li ser jinê û helbesta wî ya ji bo jinan nivîsandî vegot û wiha berdewam kir: “Wî ji bo jinên di nav çar dîwaran de hatine dîlgirtin helbestek nivîsiye û giringiyek mezin daye jinê da ku jin jî azad bibin. Welatekê ku jin li paş de bimînin, civak jî paş de dimîne. Li welatekê jin azad nebe û mêr tê de desthilatdar bin, ew welat xirabe ye.”

‘Em jî bibin xwedî mal, welat, ziman û çand’

Nezîr Ocek gotina Cegerxwîn ya ‘eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek’ bi bîr xist û bendewariyên xwe yên ji rewşenbîr û rêveberên Kurdan wiha anî ziman: “Di yekitiyê de hêz ava dibe û serkeftin pêk tê, wî jî ev rastiye sed sal beriya niha aniye ziman. Divê em li gorî van pêşeng û mamosteyên xwe, xwe perwerde bikin û xwe rêk û pêk bikin. Niha jî gelek pêşengên me yên rêvebertiya partiyan dikin ji ber desthilatdariya takekesî û malbatparêz yekitiyê pêk naynin. Ev yek jî hem têkçûna wan hem jî têkçûna gelê me ye. Divê em wekî gel wan rexne bikin û ew yekitiyekê di nava gelê Kurd de çê bikin da ku em jî bibin xwedî mal, welat, ziman û çand. Ez dixwazim ku hemû rewşenbîrên me ji bo pêşketina wêjeya Kurdî bi Kurdî binivîsin û serpêhatiyên xwe jî bikin pirtuk û wêjeya me dewlemendtir bikin.”

Etîket: CegerxwînhelbestvanNezîr Oceksalvegera 42yemînŞêxmûs Hesen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Tellî ev 2 roj in entubekirî ye

Ahmet Tellî ev 2 roj in entubekirî ye

10 TÎRMEH 2026
Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

2 HEZÎRAN 2026
Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

11 NÎSAN 2026
Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

7 NÎSAN 2026
Cegerxwîn û Arjen Arî li Amedê hatin bîranîn

Cegerxwîn û Arjen Arî li Amedê hatin bîranîn

14 MIJDAR 2025
Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

22 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne