Enqere – Helbestvanê navdar Ahmet Tellî ku demekê dirêj bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihat dermankirin ev 2 roj in hatiye entubekirin. Xeteriya jiyana helbestvan berdewam dike.
Federasyona Şoreşgerên 78an û Komeleya Zanist û Wêjeyê di 8ê Tirmehê de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku helbestvanê navdar Ahmet Tellî (79) ku demekê dirêj bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihat dermankirin, hatiye entubekirin. Xeteriya jiyanê ya Ahmet Tellî yê ev 2 roj in hatiye entubekirin, berdewam dike. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û hezkiriyên Ahmet Tellî li ser medyaya dîjîtal xemginiya xwe tînin ziman û jê re şîfayê dixwazin.
Derbarê rewşa dawî ya helbestvan Ahmet Tellî de heta niha agahiyeke nû nehatiyê parvekirin.












