Komeleya Şoreşgerên 78an ji bo helbestvan Ahmet Tellî merasîma oxirkirinê li dar xist û di merasîmê de helbestên Ahmet Tellî hatin xwendin û stran hatin gotin.
Federasyona Şoreşgerên 78an, ji bo helbestvan Ahmet Tellî ku di 10ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da li Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Enqereyê merasîma oxirkirinê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî tevlî bernameyê bû. Hezkiriyên Ahmet Tellî, nivîskar, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî, parlamenterên partiyên siyasî û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Li eywana merasîm hat lidarxistin wêneyê Ahmet Tellî li ser ekranê hat nîşandan.
Dema naaşê Ahmet Tellî hat hundirê eywanê beşdarvan rabûn ser pêyan û demekê dirêj li çepikan dan. Piştrê jî helbestên Ahmet Tellî hatin xwendin. Piştrê jî deqiqeyeke rêz hat girtin û girsê di rêzgirtinê de sûrîda enternasyonal xwend. Piştî rêzgirtinê strana ‘Siyrilip Gelen’ a Koma Yorum ku helbesta Ahmet Tellî kiribûn stran hat gotin.
‘Dê her tim bi me re bijî’
Piştrê jî nivîskar û hevalê Ahmet Tellî Mahmut Temîzyurek axivî û anî ziman ku ew helbestvanekî mezin oxir dikin û wiha got: “Ahmet Tellî helbestvanekî mezin bû. Rêya ku Nazim Hîkmet vekir di wê rê de meşiya û ew rê mezin kir. Têkoşîna xwe ya şoreşgerî û helbetvaniya xwe kir yek. Kesek enternasyonel bû. Ahmet Tellî digot helbest li dijî bê edaletiyeyê.”
Piştrê jî keça Ahmet Tellî Eylul Tellî axivî û anî ziman ku bavê wê Ahmet Tellî her tim li dijî nexweşiyê li ber xwe daye û wiha axivî: “Em li vir ne ji bo xemginiya li pêy xwe hişt ji bo mîrateya hiştiyê silav bikin, li vir in. Bavê min ne tenê helbestvanek bû di heman demê de xem dikir hêvî. Helbest nayên bêdengkirin. Mîrateya herî mezin ku ji me re hiştiyê rûmet, wijdan û hêvî ye. Bavê min dê bi helbest û ruhê xwe yî têkoşer herdem bi me re bijî.”
Piştrê jî sînevîzyona bi helbestên dengê Ahmet Tellî û wêneyên wî ve hatibû amadekirin û qala jiyan û têkoşîna wî dikir, hat temaşekirin.
‘Li dijî zilmê serî hilda’

Piştî temaşekirina sînevîzyonê Serokê Federasyona Şoreşgerên 78an Huseyîn Esenturk axivî û bi lêv kir ku oxirkirina Ahmet Tellî ji bo wan pir dijwar e û ev tişt anî ziman: “Lê mixabin em xatir jê dixwazin. Ahmet Tellî wijdan û helbesta civakê ye. Her wiha civak bi xwe ye. Ahmet Tellî ew yek hînî me kir; Heke em bi hev re têbikoşin em ê xurt bibin û bi ser bikevin. Ew rastî îşkenceyan hatiye û di girtîgehan de rastî zilmê hatiye. Her wiha li dijî zilmê serî hildaye.”
Sekreterê Giştî yê Komeleya Zanîst, Huner û Wêjeyê Cengîz Kaplan jî destnîşan kir ku Ahmet Tellî dê bi têkoşîn û helbetên xwe her tim bi wan re be û wiha got: “Ahmet Tellî dê her tim di dilê gelan de be. Oxir be rêheval Ahmet, Oxir be helbestvan Ahmet Tellî.”
‘Heta Sosyalîzim were vî welatî têkoşîna me dê bidome’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî destnîşan kir ku ew ji bo oxirkirina Ahmet Tellî hatine cem hev û sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest.
Tulay Hatîmogullari ku qala hevnasîna xwe û Ahmet Tellî kir, ev tişt anîn ziman: “Çavên wî dikeniyan. Di çavên wî de baweriya têkoşîneke hebû. Kekê Ahmet têkoşîn fêrî me kir. Em xatir ji Ahmet Tellî naxwazin. Em ê jê re bêjin rêya tê vekirî be. Ahmet Tellî dê bi pirtûkên xwe di dilê me de bijî. Ji bo wê jî em îro ne weke xatirxwestin lê oxirkirina bê dawî dibînin. Îro em te bi sirûda enternasyonal û ala sor a sosyalîzmê oxir dikin. Em ji te re soz didin ku heta sosyalîzm neyê vî welatî têkoşîna me dê bidome û em ê têkoşîna enternasyonal xurtir bikin.”
Neviyên Ahmet Tellî jî axivîn û gotin ku ew dê xwedî li mîrateya Ahmet Tellî derbikevin.
Piştrê jî hevalê Ahmet Tellî helbestvan û nivîskar Şukru Erbaş axivî. Şukru Erbaş jî qala hevaltiya xwe bi Ahmet Tellî re kir û wiha axivî: “Em bi hev re diçûn bajaran û helbest dixwendin. Ez niha jê re dibêjim; Silavên me ji Metîn Altinok û Ahmet Erhan bike. Her wiha Nazim Hîkmet û helbestvanê Kurd Cegerxwîn jî silav bike.”
Stranbêj Îlkay Akkaya ku di merasime de axivî qala bîranînên xwe û Ahmet Tellî kir û wiha got: “Gelek caran di çalakiyan de yan jî li ber girtîgehan em dihatin cem hev. Lê em xatir naxwazin ji ber ku di wan çalakiyan de dîsa em ê werin cem hev. Min qurnafîla Dayikên Şemiyê ji Ahmet Tellî re anî û ez ê diyarî wî bikim.”
Helbestvan Nevzat Çelîk û rojnameger Vecdî Erbay jî di merasîmê de axivîn û qala têkoşîn û bîranînên Ahmet Tellî kirin.
Helbestvanê Kurd Lal Laleş jî bi helbesteke Kurdî Ahmet Tellî bi bîr anî û got ku Ahmet Tellî ji bo aştî û wekheviyê têkoşiyaye.
Piştrê jî endamên saziyan, heval û hogirên Ahmet Tellî axivîn û qala jiyan û têkoşîna Ahmet Tellî kirin. Piştî axaftinan peyama Dayikên Şemiyê û peyamên nivîskar û hevalên Ahmet Tellî ku ji merasîmê re şandibûn, hat xwendin.
Piştî merasîmê ji bo defînkirinê cenazeyê Ahmet Tellî ber bi Goristana Karşiyaka bi rê ket.










