Amed – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay derbarê daîre û midûriyetên taybet ên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî werin avakirin de diyar kir ku divê wezaret demek zû bersiv bide serlêdana wan da ku ew dest bi avakirina daîreyan û midûriyetên ziman bikin.
Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê di 8-9ê Hezîrana 2026an de Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li dar xistibû. Di vê konferansê de biryareke girîng hate girtin ku li hemû şaredariyên DEM Partiyê daîre û midûriyetên ziman werin avakirin. Piştre ji bo cîbicîkirin û xistina meriyetê ya vê biryarê, ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ve lêkolîn û xebatên berfireh hatin kirin. Di encama van lêkolînan de hatiye tespîtkirin ku destûra bingehîn a heyî û astengiyên qanûnî rê nadin ku biryar bi vî rengî rasterast bikeve meriyetê. Li ser vê yekê, ji bo ku biryara konferansê bêencam nemîne û bi awayekî pratîkî pêk were, Lijneya Rêveberiyên Xwecihî berê xwe da rê û rêbazên alternatîf û ji şaredariyan xwest serî li Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê bidin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay derbarê mijara navborî de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Karên bingehîn û polîtîkaya me ya esasî, xebatên ziman in’
Emîn Ay da zanîn niha jî ew xebatên ziman bi rê ve dibin û wiha got: “Ev 27 sal in rêveberiyên herêmî yên partiya me, ji destpêkê heya niha, li gorî şert û mercên serdemê û derfetên heyî xebatên ji bo zimanê dayikê kirin e. Bi vî rengî, me jî wek Şaredariya Bajarê Mezin di van du sal û nîvan de xwest ku yek ji karên bingehîn û polîtîkayên me yên esasî, xebatên ziman û pirzimaniyê bin. Em jî bi qasî derfetên xwe, bi girîngiya pirzimanî û pirçandiyê xebatên xwe bi rê ve dibin.”
‘Divê tu astengiyên hiqûqî li pêşiya pêşxistina zimanê dayikê nemînin’
Emîn Ay di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewcedariya midûriyetên ziman û axaftina xwe wiha domand: “Gelek karên ku şaredarî dikarin bikin, ji ber astengiyên qanûnî nikarin di qada ziman de bi pêş bixin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê bi rastî jî tu astengiyên hiqûqî li pêşiya pêşxistina zimanê dayikê nemînin, da ku xizmetên şaredariyê li gorî pêwîstî û derfetan, pirzimaniyê di hemû warên jiyanê de esas bigirin. Lê mixabin, ji bo birêvebirina fermî ya vî karî, hê jî astengiyên qanûnî û yên mewzûatê hene. Ji bo wê jî me demildest hemû amadekariyên xwe pêk anîn. Wek mînak, dema ku ev daîre ango midûriyet werin avakirin, di bin banê wê de dê çawa xebat were kiri, kîjan yekîne dê bên damezrandin û her yekîneyek dê çi karî bike, me hemû plansaziyên xwe amade kirin.”
‘Ziman hebûn û nasnameya neteweyekê ye’
Emîn Ay destnîşan kir ku ev nêzî mehekî ye wan bi wayekî fermî li serî li wezaretê daye û wiha got: “Bendewariya me ew e ku di demeke nêzîk de ango bêyî ku rojek dereng bikeve, ev serlêdan were pejirandin û bersiv bigihîje destê me. Da ku em jî kar û xebatên xwe yên ziman bi awayekî birêkûpêk û bêastengî bikin. Ziman nasnameya civakê ye, hebûna civakê ye. Ziman rasterast hebûn û nasnameya neteweyekê ye. Ji ber vê yekê jî, dema ku em dibêjin Daîreya Pêşxistina Zimanan, em tenê ji bo zimanekî nabêjin, em ji bo hemû zimanên di bin xeteriyê de ne bixebitin. Lê bêguman li bajarê me û li welatê me, zimanê dayikê yê Kurdî belkî zimanê herî zêde di bin xetereya polîtîkayên bişaftinê de ye. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, çawa ku me heya îro di bin banê daîreya çandê de di gelek waran de xebatên zimanê dayikê û pirzimaniyê kirine, ji niha pê ve jî heke ev daîre bi awayekî fermî were erêkirin, em ê xebatên xwe bi awayekî rêkûpêktir bi rê ve bibin.”












