Li navçeya Kepezê ya Antalyayê, li şantiyeke înşeatê bager rabû û du konteynirên ku karker tê de bûn xira bûn. Ji 5 karkerên ku di nava konteyniran de bûn 4 karker jiyana xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.
Li Antalyayê, piştî hişyariya baranê, li şantiyeyeke înşeatê ya ku li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Kepezê ye, bager rabû. Du konteynirên ku karker tê de bûn, bi bandora bagerê xira bûn. Li gorî agahiyan, tîmên tenduristiyê, agirkuj û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat tespîtkirin ku 2 karkeran li cihê bûyerê, 2 karker kes jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiya ya karkerê birîndar baş e.













