Karkerên madenê yên ku girêdayê Sendîkaya Karkerên Madenê ya Xweser in ji bo destheqê xwe dest bixin li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwazayî dest bi çalakiyan kiribûn, carekê din hatin binçavkirin.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Xerpetê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin hatin Enqereyê. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, 11 rojin li ber wezaretê çalakî li dar dixin. Karkeran ku li heqê xwe digerin carekê din ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Polîsan li ber wezaretê mûxadeleyî karkeran kir û pisporê rexistinkirinê ya sendîkayê Başaran Aksu jî di nav de nêzikî 100 karker hatin binçavkirin. Di mûxadeleya polîsan de rojnameger Sultan Kiliç jî hat derbkirin.













