• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

Enqere / AW

15 MIJDAR 2026 - 12:58
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere –  Siyasetmedar Muhîttîn Altin ku piştî 31 sal û nîvan ji girtîgehê derketiye di panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” de bi lêv kir ku nevaroka qanûna çarçoveyî bi têkoşînê tê tijêkirin û wiha got: “Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî ser bingeha hiqûqê.”

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li eywana navenda TUMBEL-SENê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” li darxist. Endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tevlî panelê bûn. Rûniştina yekem a panelê bi sernavê “Ji qanûnan ber bi jiyanê Civaka Demokratîk” demokratîk ve destpêkir. Endama OHDê parêzer Berfîn Babaoglu di vê rûniştinê de moderatorî kir û endama OHDê parêzer Ebru Akal, siyasetmedar Muhîttîn Altin ku piştî 31 sal û nîvan ji girtîgehê derketiye û Civaknas Muzaffer Kaya wek axivêr tev li panelê bûn.

Di serî de parêzer Ebru Akal axivî û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê qanûna çarçoveyî ku gotibû “Ev destpêk e û rêya bi hezaran kîlometreyan bi gaveke dest pê dike” bi bîr xis û qala nevaroka qanûna çarçoveyî kir. Ebru Akal destnîşan kir ku ew pêvajo pêvajoyeke pir aliyê û guherîn û sererastkirinên qanûnên xurt hewceyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gor qanûna çarçoveyî birêz Ocalan jî li derveyî qanûn hatiyê hiştin. Li gor texmînên me 4 hezar kes dê derveyî qanûn bimînin û 4 hezar kes jî dê bên berdan. Desteya koordînatoriya birêz Ocalan pir girîng e. Xebata wê desteyê ji bo pêvajoyê bike xwedî girîngiyeke mezin e. Helbet bi vê qanûnê her tişt çareser nabe lê ji bo çareseriyê jî divê bi vê qanûnê ve dest pê bike. Têkoşîn bi rêbazên berê nabe divê em rêbazên nû peyda bikin.”

‘Birêz Ocalan pirsgirêk ji sederê anî ser masayê’

Siyasetmedar Muhîttîn Altin ku piştî 31 sal û nîvan ji girtîgehê hat berdan axivî. Muhîttîn Altin bi boneya salvegera darvekirinê, Seyit Riza bi bîr anî û got: “Birêz Ocalan ev pirsgirêk ji sederê anî ser masayê. Em weke girtiyên 30 salan hatine ragirtin, ji cezayê darve kirinê hatin darizandin. Me êş û rûmeta vê pêvajoyê kişandiye. Em hê jî kesên aliyekî wan di girtîgehê de ne. Hevalên me hê di girtîgehê de ne. Hevalên me di şert û mercên dijwar de ne. Girtiyên nexweş nayên berdan. İnfaza hevalên me tê dirêjkirin. Em jî li dervê di bin gefa girtinê de. Em hê nikarinê bibin endamê partiyeke siyasî û tevlî çalakiyên siyasî bibin.”

‘Entegrasyona Demokratîk bi yek alî nabe’

Di berdewama axaftina xwe de Muhîttîn Altin diyar kir ku qanûna çarçoveyî destpêkeke girîng e û wiha pê dê çû: “Tijêkirina nevaroka vê qanûnê jî giredayî têkoşîna me ye. Rêbaza têkoşînê guheriye. Ji têkoşîna çekdarî veguheriyê têkoşîna demokrasiyê. Gelê Kurd ji xwe bawerê. Lê ji bo vêkirina rêya têkoşîna demokratîk hewcehî bi qanûnan jî heye. Di serî de divê dev ji sepanên bişaftinê li dijî çand û zimanê Kurdî be berdan. Divê mafê zimanê Kurdî bi qanûnan bê mîsogerkirin. Entegrasyona Demokratîk bi yek alî nabe. Dû aliyên wê hene. Divê birêz Ocalan di şert û mercên xebata azad de rola xwe bilîze. Heke ew bibe ji pêvajoyê re bawerî çêdibe. Dewlet demokrasiyê nade. Bingehîn têkoşîn û rêxistina demokrasiyê dikarê rêya çareseriyê veke. Demokrasî bi têkoşîna hevpar dibe. Ew pêvajo di heman demê de pêvajoya avakirinê ye. Em weke girtiyên 30 salan jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin û çi ji destê me were em hewl didin ku bikin.”

Civakîkirina aştiyê

Civaknas Muzaffer Kaya jî bal kişand ser nirxandinên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser entegrasyona demokratîk û got ku hemû qada civakî mijara têkoşîna demokrasiye ye. Muzaffer Kaya ku li ser mijara civakîkirina aştiyê rawestiya, qala têkoşîna hevpar a demokrasiyê kir û wiha axivî: “Sosyalîst û Tevgera Kurd li Kurdisan û Tirkiyeyê dikarin têkoşîna xwezayê û hemû qadên jiyanî hevpar bikin. Krizên ji ber talana xwezayê, bicihbûnê û kede pêdiviya têkoşîneke hevpar jî derdixîne holê. Heke em karibin têkoşîna demokratÎk hevpar bikin em ê karibin aştiyê jî civakî bikin.”

Panel piştî navberê dê bi rûniştina 2yemîn ve bidome.

Etîket: çankayaEbru AkalEnqereHDK.Muhîttîn AltinMuzaffer KayaOHDPanelSeyît RizaTUMBEL-SEN
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk: Her kes kirdeya pêvajoyê ye

15 MIJDAR 2026
Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

15 MIJDAR 2026
Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

8 MIJDAR 2026
Nobeta Jinan: Em ê pergala mêrsalar biguherînin

Nobeta Jinan: Em ê pergala mêrsalar biguherînin

3 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

2 MIJDAR 2026
Vexwînerên konferansa jinan: Em ji bo têkoşîneke hevpar hatin ba hev

Vexwînerên konferansa jinan: Em ji bo têkoşîneke hevpar hatin ba hev

1 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne