Enqere – Vexwînerên Konferansa Jinan a “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” û aktivîstên TJAyê Ayla Akat Ata, Çaglar Demîrel û Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn diyar kirin ku armanca wan a konferansê ew e ku li ser pêvajoyê û hemû pirsgirêkên civakî, fikir û nêrînên jinan bigirin û xeteke têkoşîna hevpar ava bikin.
Konferansa jinan a “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” bi sedan jinên bawerî, nasname, fikir û remanên wan cuda ne anî ba hev. Konferansa li ser banga 80ê jinên di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, aktivîst û siyasetmedar hene dûh li Enqereyê destpêkir. Konferans îro jî dê bi mijarên cuda cuda ve berdewam bike. Di roja yekêm a konferansê de jinan tevî cudahiyan jî li ser pirsgirêkên hevpar ên ew rû bi rû dimînin axivîn û nîqaşa pêdiviya têkoşîneke hevgirtî derket pêş. Her wiha di rûniştinê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nirxandin hatin kirin, di pêvajoyê de li ser jin dê rol û risteke çawa bigirin gotubêj hat kirin. Her wiha jinên beşdarî konferansê bûne yek bi yek mafê axaftinê girtin û li ser mijaran fikir, nêrîn pêşniyarên xwe vêgotin.
Vexwînerên konferansê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Ayla Akat Ata, Çaglar Demîrel û Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn ku yek jî vêxwînerên konferansê bûn lis er armanc û girîngiya konferansê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Armanc û girîngiya pêvajoyê’
Ayla Akat Ata bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribû û wiha axivî: “Ew pêvajoyeke dîrokî ye. Em bi vê konferansê dixwazin tevgera jinên Kurd û tevgerên jinan ên Tirkiyeyê bînin cem hev û li ser têkoşîneke hevpar rawestin. Di vê pêvajoyê de li ser xebatên aştiyê û bi hev re dikarin çi bikin nîqaş bikin. Di van 2 rojan de ji aliyê ekolojiyê, aborî, pêvajo û wekheviyê de ‘jin çi difikirin’ li ser vê yekê nîqaşan bikin. Em hevî dikin encameke baş dê di vê konferansê de derbikeve. Em dixwazin bi di vê konferansê de ‘jin dê roleke çawa bilîzin’ nîqaş bikin. Gelek jinên fikir û nerînên wan cuda ne tevlî konferansê bûnê. Di serî de em ê hev guhdar bikin û piştrê jî di vê pêvajoyê de ’em dikarin bi hev re çi bikin’ nîqaşan bikin. Nexşereyê bi hev re diyar bikin.”
‘Desthilat ne li gor rihê pêvajoyê lê li gor berjewendiyên xwe tevdigere’
Dîba Keskîn anî ziman ku yek jî armanca wan a konferansê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de avakirina têkoşîneke hevpar a jinan e û wiha got: “Armanca pêvajoyê aştî ye. Gavên pêwîst heta niha nehatin avetin. Diyarê hin hez naxwazin ew pêvajo biçe serî û desthilatê li gor pêvajoyê gav neavetin. Ew yek jî di nava civakê de fikaran çêdike. Desthilat ne li gor hewcedariyên pêvajoyê lê li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Ji bo wê jî di van 2 salan de tiştên dihatin hevî kirin pêk nehat. Jinên li dijî vî şerî ne jî hewce ye, werin cem hev û li dijî vê yekê bi hev re bitêkoşin. Armanca vê konferansê jî hatina ba hev a jinan ji bo aştiyê ye.”
‘Heke jin behtir werin cem hev dikarin pêşengiya Civaka Demokratîk bikin’
Çagla Demîrel jî diyar kir ku 80 jinên fikir û remanên wan cuda ne ji bo têkoşîneke hevpar a jinan hewcedarî bi konferanseke bi vî rengî dîtine û ev tişt gotin: “Armanca me ew ê ku ji bo wekhevî, aştiyê, demokrasiyê, li dijî tundiya li ser jinan, ji bo ekolojiyê û pirsgirêkên gelmeperî fikir û nêrînên jinan bigirin, li ser têkoşîneke hevpar nîqaşan bikin. Heke jin behtir bên cem hev dikarin pêşengiya Civaka Demokratîk bikin. Ji her rengî jinê di konferansê de tê dîtin. Piştî vê konferansê jî em dixwazin li her bajarî û taxan xebatên cuda cuda ji bo têkoşîna hevpar a jinan bên li darxistin.”













