Karkerên ku di înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin ji ber ku mûçeya wan nayê dayîn dest bi grevê kirin. Karkeran diyar kir ku ji ber çalakiya grevê karmend gefa ji kar avêtinê li wan xwariye.
Li Kolana Dorşîn a taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve Nexweşxaneya Bajêr a Amedê tê çêkirin û demek dirêj e karkerên di înşata nexweşxaneyê de dixebitin ji ber dereng mûçe girtinê pirsgirêkan dijîn. Karkerên ku girêdayî Fîrmaya Hermet dixebitin diyar kirin ku mûçeya wan her tim dereng tê razandin.
Karkerên ku ji ajansa me re axivîn destnîşan kirin ku dema ew bi rayedarên fîrmayê re diaxivin û heqê xwe dixwazin rayedarên fîrmayê bi gefa ‘Em ê li polîsan bigerin’ bersiv didin wan. Karkeran her wiha anîn ziman ku her dema ku serê mehê tê pereyê wan dereng tê razandin û da zanîn ku wan ji ber vê yekê îro dest bi grevê kirine û heya ev pirsgirêkên wan neyên çareserkirin çalakiya wan dê berdewam bike.
Rêveberên Sendîkaya Yapi-Yolê yên ku bi rêya telefonê em pêre ketine têkiliyê gotin ku ew dê sibe li ber deriyê înşata Nexweşxaneya Bajêr Amedê derbarê mijarê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
















