• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamê Meclisa ÎBByê: Wê li ÎBByê Midûriyeta Parastina Zimanan were avakirin

Omer Demîr / AW

27 COTMEH 2026 - 10:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Endamê Meclisa ÎBByê Abdulcebar Bariş diyar kir ku wan xwestiye di nava ÎBByê de Midûriyeta Parastina Zimanan were damezrandin û wiha got: “Daxwaza zimanê Kurdî ji bo me daxwazeke esasî ye. Em bi rayedarên şaredariyê re civiyan û me daxwaza avakirina midûriyeta parastina zimanan kir. Rayedaran jî vê daxwaza me bi kêfxweşî pêşwazî kir. Li ser mijarê danûstandinên me didomin. Em difikirin ku di mehên pêşiya me de wê ev midûriyet were avakirin.”

Li dijî polîtîkaya bişaftinê ya li ser zimanê Kurdî û zimanên din ên di bin xetereyê de ne, gavên nû yên siyasî û îdarî tên avêtin. Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê ji bo parastin û pêşxistina zimanên di bin xetereyê de ne, daxwaza guherîna mewzûatê kir û giştînameyek ji şaredariyên xwe re şand. Ji bo astengiyên yasayî li pêşiya zimanan rabin şaredariyên DEM Partiyê serî li Wezareta Bajarvaniyê dan û daxwaza avakirina “Serokatiya Beşa Zindîhiştin û Pêşvebirina Zimanan” û “Midûriyeta Zindîhiştin û Pêşvebirina Zimanan” kir.

Li ÎBByê ji bo Kurdî gavên nû

Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) yên ku di çarçoveya Lihevkirina Bajêr de hatine bijartin, derbarê zimanê Kurdî de gavek avêtin. Endamên Meclisa ÎBByê yên Lihevkirina Bajêr xwestin di nava Şaredariya Bajarê Mezin de Midûriyeta Zindîhiştin û Pêşvebirina Zimanan were avakirin. Hate zanîn ku rayedarên ÎBByê jî ji bo avakirina midûriyetta zimanan bersiveke erênî dane daxwazê. Her wiha di nava ÎBByê de ji bo zimanê Kurdî jî gav tên avêtin. Heta niha zimanê Kurdî li xeta ALO 153yê ya Stenbolê zêde kiriye û li Pirtûkxaneya ÎBByê nêzî 170 pirtûkên Enstîtuyê tên firotin. Her wiha di bin banê Kursên Perwerdehiya Hunerî û Pîşeyî ya ÎBByê de jî kursên ji bo zimanê Kurdî berdewam dikin.

Endamê Meclisa ÎBByê Abdulcebar Bariş ku ji lîsteya Lihevkirina Bajêr hatiye bijartin, derbarê sazkirina Midûriyeta Zindîhiştin û Pêşvebirina Zimanan a li ÎBByê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Zimanê Kurdî nebe zimanê fermî, em nikarin pêşiya bişaftinê bigirin’

Abdulcebar Bariş diyar kir ku pirsgirêka zimanê Kurdî pirsgirêkeke bingehîn e û wiha got: “Daxwaza zimanê Kurdî ji bo me daxwazeke esasî ye. Îro di pêvajoya heyî de qala entegrasyonê tê kirin. Entegrasyon jî jiyana bi hev re ya wekhev e. Şertê yekem ê Kurdan ziman e. DEM Partî ji bo vê mijarê xebatan dike. Heke zimanê Kurdî nebe zimanê fermî, em nikarin pêşiya bişaftinê bigirin. Daxwaza yekemîn ew e ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Piştî ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, pêwîstiya saziyan derdikeve holê ku ziman biparêzin. Wekî din, em nikarin li pêşiya bişaftinê bigirin. Divê hînbûna zimanê Kurdî ji dibistana seretayî ve dest pê bike. Parastina zimanê Kurdî ne tenê berpirsiyariya zimanzanan e. Divê ev ziman winda nebe. Zimanên ku dibin zimanê bazarê winda nabin. Divê em Kurdî bikin zimanê bazarê. Lê divê em di serî de xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘Em dixwazin di nava şaredariyê de Midûriyeta Parastina Zimanan were vekirin’

Abdulcebar Bariş anî ziman ku ew ji bo zimanê Kurdî xebatan dikin û wiha axivî: “Di ragihandina ÎBByê ya ALO 153yê de me zimanê Kurdî lê hate zêdekirin. Di vê xetê de êdî her kes dikare pirsgirêkên xwe bi Kurdî bîne ziman. Ev ji bo me şertê yekemîn bû. Ya duyemîn jî me xwest di nava şaredariyê de Midûriyeta Parastina Zimanan were vekirin. Ne tenê Kurdî, divê zimanên ku di bin xetereyê de ne jî werin parastin. Divê zimanên ku di bin xetereyê de ne li saziyên fermî werin axaftin. Kurdî zimanê dayikê yê bi milyonan kes e. Dema ku Kurdî tê axaftin, ne tenê guhê me, rûyê me jî geş dibe. Li termînalên otobusan, metro, pirtûkxane û saziyên çandê divê anonsên Kurdî werin kirin. Kesekî Kurd ku diçe saziyeke fermî, divê li wir bi Kurdî biaxive û kesên li wir jî divê bi Kurdî bersiva wî/wê bidin. Heke em bi hev re dijîn, divê rêz ji zimanan re were girtin. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend û kevnar e. Pirtûkên Kurdî li pirtûkxaneya ÎBByê cih digirin, nêzî 170 pirtûkên Enstituya Kurdî li wir tên firotin. Ev gavek e.”

‘Divê li her derê em parastina zimanê xwe bikin’

Abdulcebar Bariş destnîşan kir ku ew wek endamên Meclisa ÎBByê ji bo zimanê Kurdî dixebitin û ev yek anî ziman: “Em kom bûn, bi rayedarên ÎBByê re civiyan û me daxwaza midûriyeta parastina zimanan kir. Rayedaran jî daxwaza me bi kêfxweşî pêşwazî kir. Li ser mijarê danûstandinên me didomin. Em difikirin ku di mehên pêşiya me de ev midûriyet wê were avakirin. Li midûriyetê dê xebatên ji bo zimanê Kurdî werin kirin. Lê daxwaza me ya sereke zimanê Kurdî ye. Helbet zimanên din jî ku di bin xeteriyê de werin parastin. Divê li her derê em parastina zimanê xwe bikin. Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Kurdên ku ji Rojava û Başûr tên Stenbolê, lê nekarin di saziyan de bi Kurdî biaxivin. Bi tercumeyê tenê dikarin xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, divê li her derê beşeke Kurdî hebe. Em, wek endamên Meclisa ÎBByê ji bo zimanê Kurdî dixebitin. Em bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re dixebitin. Bi hev re danûstandinan dikin. Em ê bibin şopdarên zimanê Kurdî. Ev peywira me ye.”

Etîket: Abdulcebar BarişÎBBMidûriyeta Zindîhiştin û Pêşvebirina ZimananZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevşaredarê Amedê: Divê wezaret serlêdana ji bo ziman zû erê bike

Hevşaredarê Amedê: Divê wezaret serlêdana ji bo ziman zû erê bike

27 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

24 COTMEH 2026
Kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin

Kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin

23 COTMEH 2026
Gelo çima ba, baran, berf, brûsk, bager û bahoz bi ‘b’yê dest pê dikin?

Gelo çima ba, baran, berf, brûsk, bager û bahoz bi ‘b’yê dest pê dikin?

23 COTMEH 2026
Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

20 COTMEH 2026
DEM Partî: Aştîya komelkî, bi aştîya ziwanan mumkun o

Şaredariyên DEM Partiyê ji bo zindîhiştina zimanan dê serî li wezaretê bidin

19 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne