• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
28 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heqareta li bavê wê hatiye kirin qebûl nekir û tev li tevgerê bû

    Heqareta li bavê wê hatiye kirin qebûl nekir û tev li tevgerê bû

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 28ê MIJDARA 2026an

    Li Dîlokê salvegera PKKê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin 

    Li Dîlokê salvegera PKKê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin 

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heqareta li bavê wê hatiye kirin qebûl nekir û tev li tevgerê bû

    Heqareta li bavê wê hatiye kirin qebûl nekir û tev li tevgerê bû

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 28ê MIJDARA 2026an

    Li Dîlokê salvegera PKKê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin 

    Li Dîlokê salvegera PKKê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin 

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 27ê MIJDARA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

27 November 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

* Dayika girtiyê nexweş Îhsan Topuz Halîme Topuz û bavê girtiyê nexweş Turgut Çelîk, Huseyîn Çelîk ên ji bo çalakiya nobede ya ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin ji Amedê bi rê ketine û hatine Enqereyê, destnîşan kirin ku heta hemû girtiyên nexweş neyên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin.

* Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Emrullah Keskîn ê ji bo azadiya gelê xwe şehîd ketiye, di tevahiya jiyana xwe de aştiya gelan parast. Emrullah Keskîn ji bo vê yekê tev li gerîla bû û jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê hûnand. Dayîk Sînem Keskîn behsa têkoşîn û jiyana lawê xwe kir û wiha got: “Mirovekî welatparêz bû û her tim alîkariya malbat, cîran û hevalên xwe dikir.”

* Mamosteyê zimanê Kurdî Cebraîl Vûral ê di sala 1994an de hat girtin û 30 salan di girtîgehê de ma, evîna xwe ya ji bo zimanê dayikê di nav çar dîwaran de gihand asta mamostetiyê. Cebraîl Vûral ê ku girtîgeh ji xwe re kir akademiya Kurdî, qala serboriya fêrbûna ziman û têkoşîna xwe kir û ev bang li qada siyasetê kir: “Kesê ku bi zimanê xwe nexwîne û nenivîse, nikare siyaseta Kurdbûnê jî bike.”

* Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Bedîh Kaçar desnîşan kir ku ji bo hêşînkirina navçeya Tûşbayê xebatên wan her çiqas ne têrker bibe jî ekolojî û jîngeh ji bo wan esaseke girîng e û wiha got: “Heta niha me li Tûşbayê 635 darên cur bi cur û 3 hezar û 500 darê fêkiyan danîn.”

* Siyasetmedar Dîdem Yilmaz, Arîfe Çinar û Îlyas Demîr bal kişandin biryarên civîna MGKê û wiha gotin: “MGKê derbarê pêşketina pêvajoyê de biryareke berbiçav negirtiye. Gavên hiqûqî û siyasî yên ku dê rê li ber çareseriyê vekin, careke din hatin paşxistin.”

* Li gorî daneyên fermî yên TUÎKê di sala 2025an de li Tirkiyeyê di nava zarokên mexdûr ên sûcan de ji sedî 10,3 (nêzikî 23.132 zarok) rastî êrişên zayendî û destdirejiyê hatine. Endamê OHDê parêzer Mûstafa Ozoral bal kişand ser destirêjiya li dijî zarokan tê kirin û da zanîn kesên destdirêjiyê dikin bi awayekî bandor nayên darizandin û cezayên wan kem in.

* ÎHDa Amedê dê rapora xwe ya binpêkirina mafan a herêmê bi raya giştî re parve bike. (12:30)

* Berxwedana şêniyên gundê Arxozliyê ya li hember çêkirina GESê dê di roja 37emîn de berdewam dike. (13:00)

* Berdevka DEM Partiye Ayşegul Dogan dê tekildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî bide. (13:30)

* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya xwe ya nobetê ya bêdem li pêşiya Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 11emîn de bidomînin. (14:00)

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

ROJEVA 28ê MIJDARA 2026an

28 November 2026

ROJEVA 26ê MIJDARA 2026an

26 November 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 25ê MIJDARA 2026an

25 November 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 24ê MIJDARA 2026an

24 November 2026

ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

23 November 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 22yê MIJDARA 2026an

22 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • YCK-KURD Konferansa Herêma Tolhildanê li dar xist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Civîna MGKê bi dawî bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne