• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Îdir / AW

7 COTMEH 2026 - 14:21
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari di kongreya partiya xwe ya Îdirê de axivî û got: “Em amade ne, em dixwazin wekî hevserokên DEM Partiyê û endamên MYKê biçin gravê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê Kongreya xwe ya awarte ya 3yemîn li eywaneke dawetê ya li navenda bajêr pêk anî. Kongre bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li salonê pankartên “Bi şiyara li ser şopa heqîqetê, hevdîtina li ser sifreya rojê em civaka demokratîk ava dikin” û “Berxwedana Zindanan Rûmet e” û wêneyên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di eywana kongreyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, rêxistinên sivîl ên demokratîk ên bajêr û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn.

‘Bila biryarên DMMEyê pêk bên’

Tulay Hatîmogullari bi bîranîna kesên di pêvajoya Kobanê de hatin kuştin dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Piştgiriya bi gelê ku li Kobanê ew berxwedan nîşan daye re, hevgirtineke demokratîk a li dijî DAIŞê bû. Yên ku bi provakasyonan xwîn xistin nav vê hevgirtinê, piştre doza komployê ya Kobanê, li ser partiya me ya serdema berê HDPê da meşandin, lîstikeke mezin lîstin. Li pey vê lîstikê ceza li hevserokên me û endamên me yên MYKê hate birîn. Tevî biryarên DMMEyê, ango tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got ‘divê serbest werin berdan’ jî, hevalên me, rêhevalên me û girtiyên doza komployê ya Kobanê hîna jî di girtîgehê de ne. Ji vir careke din bi vê boneyê em dibêjin ku bila biryarên DMMEyê pêk bên û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû endamên me yên MYKê demildest bên berdan.”

‘MGK li benda çi ye?’

Hatîmogullari destnîşan kir ku gel derbarê pêvajoyê de bi fikar e û wiha pê de çû: “Nebêjin pirsên li Îdirê tên pirsîn li ciyekî din nayên pirsîn. Li Stenbolê jî tên pirsîn, li Amedê jî, li Wanê jî tên pirsîn. Ji ber ku civak di nav fikarekê de ye. Wê çi bibe? Çima pêvajo bi pêş ve naçe? Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) hîna li benda çi ye? Piştrastkirin û tesbît hîna li benda çi ye? Di vê mijarê de gelê me li benda gavavêtineke bilez e. Ji bo serbestberdana hevserokên me yên hêja yên di doza Kobanê de girtî ne, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne, biryara DMMEyê heye. Ji bo berdana girtiyên Geziyê, Osman Kavala û hevalên wî, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne. Qeyûm ji bo şaredariyên me hatine tayînkirin. Ji bo paşvekişandina qeyûmên li ser şaredariyan û vegerandina hevşaredaran bo ser peywirên wan, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne.”

‘Hîna çima kes nikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

Hatîmogullari bal kişand ser Lijneya Bêçekbûn û Stratejiyê ya ku dê di çarçoveya yasaya bingehîn de bê avakirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bên sererastkirin. Komîsyonên sereke yên di çarçoveya yasaya bingehîn de pêk dihatin û bin-komîsyonên girêdayî wan hene. Yek ji van bin-komîsyonan jî Lijneya Bêçekbûn û Stratejiyê ye. Li ser wê yekê ku kordînasyona wê ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve bê kirin lihevkirineke tam çêbibû, lê hîna ev komîsyon nehatiye aktîvkirin û dest bi xebatên xwe nekiriye. Li benda çi ne? Hîna çima ji bilî şandeyê destûr nayê dayîn ku kes bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike? Çima hîna rojnameger nikarin biçin gravê? Wekî şandeya Partiya DEMê ango em hevserok û desteya rêveberiyê, tevî ku gelek caran hat axaftin jî hîna em nehatin şandin bo gravê. Em amade ne. Li vir careke din îlan dikim; em wekî hevserokên DEM Partiyê û endamên MYKê dixwazin biçin gravê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Kaya û Temîz bûn hevserokên nû

Piştî axaftinan rêveberiya nû ya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê hat ragihandin. Kenan Kaya û Raşîde Temîz wekî hevserokên nû yên Îdirê hatin hilbijartin.

Etîket: DEM PartîÎdirÎmralîKenan KayaKongreRaşîde TemîzTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

7 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne