Welatiyên ku tev li meşa 9ê Cotmehê ya li Amedê bûn derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diyar kirin ku divê teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalak pêk were û deriyê zindanan vebe ku di nav civakê de baweriyek çêbibe.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku 27ê Sibatê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir nêzî dû salane didome. Ev pêvajoya zêdetir bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê dimeşe. Li aliyê din ji hêla dewletê ve hêj gaveke berbiçav nehatiye avêtin û ev yek di nava civakê de dibe sedemê fikaran û bêbaweriyekê dide avakirin.
Welatiyên Amedê ku tev li meşa 9ê Cotmehê bûn derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Welatiyan diyar kir ku ew baweriya xwe bi Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin lê ji ber neavêtina gavan a dewletê li dijî pêvajoyê bêbaweriyek xwe di wan de dide nîşandan.
Welatiyan destnîşan kir ku di pêvajoyên berê de jî ji ber neavêtina gavan a dewlet û desthilatê pêvajoyên heyî têk çûne û ev yek di civakê de xirabûneke mezin daye avakirin.
Welatiyan her wiha bal kişandin ser avakirina yekîtiya gelê Kurd û gotin heke gelê Kurd bibe yek dê ev pêvajo bi serkeftî encam bigire û divê qada siyaseta Kurd jî bi gel re eleqedar bibe.
Welatiyan anî ziman ku divê teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û deriyê zindanan vebe ku di nav civakê de baweriyek çêbibe.













