• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

28 sal in cilên reş li xwe dike: Heta azadiyê jiyan li min heram e

Firat Tûnç / AW

9 COTMEH 2026 - 10:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Riha – Dayika Esma ango Esma Murad ya ku ji Girkê Legê ye di sala 1991ê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibû, ji roja ku komplo pêk hat û vir ve nêzî 28 sal in di nav çalakiyan de ye û cilên reş li xwe dike. Esma Murad diyar kir ku jiyaneke bê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê herem be û wiha got: “Em di vê hêviyê de ne ku demeke nêz de Rêber Apo bi awayek fizîkî di nav gelê xwe de azad bibe”

Têkoşîna ku bi derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1979an de ji bo Kobanê dest pê kir, li Rojavayê Kurdistanê bingehên şoreşa bi pêşengiya jinan avêt û li tevahiya Rojhilata Navîn bû destpêka serdemeke nû. Yek ji wan kesên ku di qonaxa herî destpêkê ya têkoşînê de bû şahid û tevlî xebatên perwerdeyê bû jî Esma Murad a 66 salî bû ku wekî Dayika Esma tê nasîn. Esma Murad ji sala 1999an ve ango ji gava Abdullah Ocalan dîl hat girtin vir ve, tenê cilên reş li xwe dike û bi vê yekê bertekê xwe ya şexsî li dijî komployê nîşan dide.

Esma Murad sozek daye xwe û gotiye; “Heta ku Rêber Apo bi rengekî fizîkî azad nebe, ew ê tenê cilên reş li xwe bike û jiyanê li xwe heram bike.” Esma Murad ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1991ê de nas dike, 28 sal in bênavber çalakiyên xwe berdewam dike. Ew bûye mînaka herî zelal a girêdana jina Kurd bi felsefeya Abdullah Ocalan re.

Esma Murad a 66 salî ku li bajarê Girkê Legê ya Rojava dimîne, derbarê têkoşîn xwe, soza ku daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Em ji Rêber Apo rûmetê û exlaq hîn bûn’

Dayika Esma Murad di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinan ya berî berbelavbûna felsefeya Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêber Apo em ji tunebûnê anîn hebûnê. Wekî tê bîra me, em jin di malan de girtî bûn, tenê bi karê malê û mezinikirina zarokan ve mijûl bûn û me cîhan nedîtibû. Berî Rêber Apo, tevî ku rêza min ji têkoşînên berê re heye jî, ew jin û têkoşîna jinê nedidan naskirin. Çaxê Rêber Apo derket, me karê eniyê û têkoşîn kir; em derketin nav gel, xebat û paleyiya çolê kir û em ketin civakeke din.”

Hevdîtina li Libananê

Esma Murad bahsa hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di sala 1991ê de li Libnanê çêbûye kir û wiha pê de çû: “Di sala 1991ê de em çûn Akademiya Mahsum Korkmaz a li Libnanê. Em li wir bi Serokatiyê re rûniştin û wî çend saetan behsa merheleyê kir. Vê demê em hemû rûniştin û Serokatî hat ji me re got, ‘Em di merhelên girîng de derbas dibin û merhele giran e, divê jin xebatê bikin, têkkoşînê bikin, divê jin ne jinên berê bin û xwedî li mafên xwe derkeve’. Piştî ku me Serokatî dît, me berpirsiyariya xwe bêtir fêm kir û karê xwe xurttir kir.”

Komploya navneteweyî û biryara cilên reş

Esma Murad destnîşan kir ku dema ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û wêne û dîmenên wî yên çavgirtî hatin weşandin, ji bo wan û hemû gelê Kurd rojeke reş û bi êş dest pê kir û ev yek anî ziman: “Wî çaxî ji ber zextên rejîma Baasê me nikaribû çalakiyên mezintir bikin û hêrsa dilê xwe derxînin. Min soz da û got; heta Rêber Apo bi rengekî fizîkî di nav gelê xwe de azad nebe, ji îro pê ve jiyan li min heram e. Wekî jin û dayîk, cil û bergên rengîn û tiştên ku jiyana jinan diyar dikin, min hemû li xwe heram kirin. Cîran, malbat gelek caran hewldan ku min ji biryara min vegerînin. Lê min tu carî ji biryara xwe bi paş ve gav neavêt û ji her kesî re got; min soz daye û ez ê soza xwe bi cih bînim. Ez ê her tim di nava têkoşînê de bim.”

‘Şoreşa Rojava şoreşa jinan e’

Esma Murad bal kişand ser Şoreşa Rojava ku bi saya vê felsefeya Abdullah Ocalan veguherî şoreşa jinan û wiha axivî: “Rast e, em dayik nexwendewan in, lê Rêber Apo îro em anîne hemû meclîs û qadên xebatê. Em dizanin têkoşînê bikin û mafên jinbûnê biparêzin. Me ew wêrekî ji Rêber Apo girt. Ji karê eniyê heta îro, em dibînin ku jinên heftê salî çek li milê xwe dikin û radibin parastina welat û taxa xwe dikin. Ev feraset li tu derê cîhanê çênebûye.”

‘Jiyaneke bê Rêber Apo bêqîmet e’

Dayika Esma Murad di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû jinan kir ku li malên xwe rûnenên û têkoşînê bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku em Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad nekin, jiyan li me heram e. Jiyaneke bê Rêber Apo, sed Kurdistan jî çêbibin, li cem min tu nirxa wê tune ye. Banga min li hemû jinane ku têbikoşin. Em di wê hêviyê de ne ku di demeke nêz de em ê rojan bijmêrin ku Rêber Apo bi awayek fîzîkî di nav gelê xwe de azad bibe û em bi coşeke mezin pêşwaziya wî bikin.”

 

Etîket: Abdullah Ocalanazadiya fizîkî ya Abdullah OcalanEsma Murad
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

8 COTMEH 2026
‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi awayek azad siyasetê bike’

‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi awayek azad siyasetê bike’

8 COTMEH 2026
Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

8 COTMEH 2026
Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê   Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

8 COTMEH 2026
Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

8 COTMEH 2026
Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

8 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne