Li navçeyên Peyas û Erxenî yên Amedê 48emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi girseyê hat pîrozkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk di 27ê Mijdarê de li navçeya Peyasê ya Amedê bi boneya 48emîn salvegera damezrandina PKKê pîrozbahî li dar xist. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiya ku li qada kêleka Mizgefta Medîneyê pêk hat, bûn. Girse li ber dahol û zurnayê govend gerand û dirûşm berz kir.
Hevserokê DBPê yê Bajêr Ahmed Dogan di pîrozbahiyê de axaftineke kurt kir û wiha got: “Îro ji ber salvegera damezrandina PKKê ye lê wateyeke îro ya din jî heye. Ew jî paradîgmaya aştiya demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd di 7ê Sibatê de eşkere kiribû; bi vê yekê em îro bi watedartir û bi kelecaneke mezin pîroz dikin. Weke ku birêz Ocalan jî anîbû ziman, gelê Kurd ne evîndarê çekan e. Polîtîkaya şer a ku hêzên hegemonîk li ser Kurdan û civakên Rojhilata Navîn dimeşînin hîn jî didome. Ji bo pûçkirina vê lîstikê divê em aştiyê pêk bînin. Salvegera 48emîn a damezrandina PKKê li tevahiya gelê me pîroz be.”
Şahî bi dirûşma “PKK gel e, gel li vir e” bi dawî bû.
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, bi boneya 48emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), li avahiya partiyê bernameyek hat lidarxistin. Di bernameyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Welatiyên ku beşdarî bernameyê bûn, salvegera damezrandinê pîroz kirin.






















