ROJEVA 10ê COTMEHA 2026an
* Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar e da zanîn ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
* Rojîn Akin a ku li gel dayika xwe bêrîvantî dikir, li dijî zilma li ser gelê Kurd berê xwe da çiyayên azad. Wê bêrîvantî li dû xwe hişt û bû endama Tevgera Azadiya Kurdistanê û ji bo azadiyê canê xwe da.
Mamosteyê KURDÎGEHê Şevket Acar ji bo serdema nû ya perwerdehiya zimanê Kurdî diyar kir ku hefteyeke din wê serdema nû ya perwerdehiyê dest pê bike, lê di nava salê de jî xelkê bajêr dikarin serî li komeleyê bidin.
* Welatiyên ku tev li meşa 9ê Cotmehê ya Amedê bûn ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kirin ku divê teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalak pêk were û deriyê zindanan vebe ku di nav civakê de baweriyek çêbibe.
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmeyê ya Gara Enqereyê li ser gorên wan ên li Goristana Yenîkoy û Şehîtlîkê û li Çand Amedê bi bîr bînin. (09:00-19:00)
* Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 50emîn a Baroya Amedê dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ku du rojan bidome bê lidarxistin. (09:00)
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” bidomînin. (12:00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1124emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixe. (12:00)
* Sendîka û rêxistinên pîşeyî yên li Îzmîrê, dê derbarê salvegera qetlîama 10ê Cotmehê li ber Peykera 10ê Cotmehê ya li hemberî Gara Alsancakê bîranînekê li dar bixin. (10:04)
* Malbata Mûsa Anter bi boneya salvegera koça dawî ya Mûsa Anter dê li Navenda Çandê ya Defxaneyê ya li Kemeraltiya Îzmîrê bîranîn û panelekê li dar bixe. (15:00)










