* Li ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn 27 sal derbas bûn. Di van 27 salên tecrîdê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hucreya yekkesî de rûyê komployê raxist ber çavan û bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re çareseriya demokratîk pêşkeşî gelan kir.
* 10emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê îsal pir qels derbas bû. Hevberdevkê YEW KURDê Jêhat Rojhilat têkildarî mijarê da zanîn ku divê sazî, dezgeh, siyaset û her wiha şaredarî, bi awayekî stratejîk li ser vê meseleyê bifikirin û diyar kir ku dema stratejîk nefikire, rojane bifikire, di pêşerojê de ew ê pirsgirêkên kurtir derkevin.
* Di hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji nivîskarên kovarê Muzaffer Ayata bi gotara xwe ya bi sernavê “Hevsengiyên Hêzên Herêmî û Bandora Wan a li ser Rojhilata Navîn” geşedanên siyasî yên dawî, hevsengiyên hêzê û paşeroja herêmê bi kûrahî dinirxîne. Ayata diyar dike ku krîza heyî ya li Rojhilata Navîn encama rasterast a siyaseta hêzên herêmî û navneteweyî ye ku hewl didin serdestiya xwe biparêzin.
* Ridvan Yûsûfoglu yê piştî 31 sal di girtîgehê de maye, di Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de pirtûka xwe îmze kir. Ridvan Yûsûfoglû derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Û Xwîn Pijiqî Zeman: Geliyê Zîlan” de wiha got: “Ez dixwazim ev pirtûke bê xwendin. Bi taybetî hevalên me yên ciwan bixwînin da ku dîroka xwe baştir nas bikin.”
* Şaxa TUAY-DERê ya Enqereyê dê li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Sîncanê dest bi nobeda ku 2 rojan bidome bike. (12:00)
Kirmanckî
* Nuştox Bedrîye Topaçe bal ante serê muhîmîya kirmançkî û vat: Her ziwan gorê xo weş o. Fakat vakto ke mi ziwanê xo de nuşt, ruhê mi û çekuyê mi benê temam.
* Mamosteyê Kirmanckî Mehmed Olmezî derhaqê Fuarê Kıtaban ê Amedî yê 10’ine ê giranîya dijîtalîzekerdişê Zazakî de qisey kerd û diyar kerd ke ganî Zazakî warê dijîtalî de ca bivîno.










