* Di hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji nivîskarên kovarê Elîşêr Hêlîn bi gotara xwe ya bi sernavê “Wekî Lêgerîneke Azadiyê Vegera li Xwezayê” têkiliya mirov, civak û xwezayê, krîza ekolojîk û feraseta jiyana azad bi kûrahî dinirxîne. Elîşêr Hêlîn diyar dike ku qeyrana ekolojîk a heyî encama rasterast a feraseta sermayedar û hişmendiya desthilatdar e ku xwezayê talan dike.
* Li Wanê peyarêyên ku gelek teng in û wesayît li ser tên parqkirin, bûye pirsgirêkek mezin. Welatî dixwazin tavilê çareseriyek bê peydakirin.
* Şêniyên gundê Tû yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi sewalkarî û bêrîvantiyê hewl didin li dijî krîza aborî debara xwe bikin, bang li ciwanan kirin ku gundê xwe neterikînin û çanda gundewariyê biparêzin.
* Endamê Sekreteryayya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Omer Şaybak, li ser guherînên li Rojhilata Navîn û rola yekîtiya Kurdan anî ziman ku nexşerêyeke nû li herêmê tê xêzkirin û got: “Di dîrokê de tu neteweya ku yekîtiya xwe ava nekiriye, nebûye xwedî statu. Îro ji bo me yekîtî wekî nan, av û şertê îmanê ferz e.”
* Li Çiyayê Gorseyê ku dikeve navbera navçeya Pîran a Amedê û navçeya Miyaran a Xarpetê bi destê dewletê daristan tê qirkirin.
* Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan dê li ber Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” bide destpêkirin. (12:30)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya li meclise de biaxive. (12:45)
* Şaxa TUAY-DERê ya Enqereyê dê li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî li ber Wezareta Dadê daxuyanî bide. (14:30)










