Mazlûm Ebdî bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema êrişên li ser Rojava de roleke girîng lîst ü bandora xwe hebû ü got: “Ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, Rojavayê Kurdistanê dê sûd werbigire. Ji ber vê yekê, wekî Rojavayê Kurdistanê em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”
Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî di Forûma MERI ya li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin de, têkildarî rewşa pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivî.
Mazlûm Ebdî got; “Di warê ziman de pêşketin heye. Zimanê Kurdî bi fermî hatiye qebûlkirin. Raste ku pirsgirêk hene û divê werin çareserkirin. Em di pêvajoyek nû de ne. Peymanek me heye û ew bi serokatiyê re li hev hatiye kirin. Peyman di destûrê de behsa mafên Kurdan dike. Di warên leşkerî û îdarî de destkeftiyên me hene. Serokomar îmze kiriye lê divê di destûrê de were bicîhkirin. Wê demê gelê Kurd li Rojava dê bigihêje mafên xwe.”
Têkildarî têkiliya Kurdan û Şamê Mazlûm Ebdî wiha axivî; “Pirsgirêka me bi Şamê re ne şexsî ye. Ji damezrandina dewleta Sûriyeyê ve, dewletê her tim Kurdan ji hikûmet û rêveberiyê dûr xistiye. Niha pêşveçûn heye. Hevalên me yên leşkerî dê di nav saziyên leşkerî de werin entegrekirin. Li ser erdê, bawerî di navbera her du aliyan de tê avakirin.”
Têkildarî gelo Kurdan li Sûriyeyê û Rojava çi bi dest xistiye wiha got; “Me çi bi dest xistibe, me di encama yekitiyê de bi dest xistiye. Bêyî yekitî, em ê mafên nikarîn mafên xwe bidest bixin. Ez bawer dikim ku hêzên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û beşên din yên welat divê yekitiyek ava bikin. Divê hemû hêzên Rojava destkeftiyan wekî yên xwe nas bikin. Niha rewş guheriye. Em ê hewl bidin ku têkoşîna ji bo yekitiya Kurdan vejînin.”
Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de diyar kir ku hemû Kurdan piştgirî dan pêvajoya entegrasyonê ya Kurdan li Sûriyeyê û kes li dijî wê nebû. Her wisa got; “Me bi dewletê re danûstandin kir. Di dema êrişên li ser me de, tevahiya gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê piştgirî da me. Herêma Kurdistanê di dema êrişan de roleke mezin leyîst. Hewler û Silêmanî gelek piştgirî dan me û di piştgirî dayîna me de dudilî nekirin.”
Têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku niha li Tirkiyeyê birêve diçe, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî wiha axivî; “Li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû heye û wê pêvajoyê bandor li me jî kir. Yek ji wan êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava ne ku piştî destpêkirina pêvajoyê êrişên wê yên li ser Rojava rawestiyane. Di dema êrişên li ser Rojava de, Serok Ocalan roleke girîng lîst û bandora xwe hebû. Ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, Rojavayê Kurdistanê dê sûd werbigire. Ji ber vê yekê, wekî Rojavayê Kurdistanê, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”













