Şaredariya Farqînê û KASEDê “Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê” li dar xistin. Bernameya ku dê sê rojan berdewam bike û îşev li Parka Rindêxanê bi stranan, lêdana erbanê û gerandina govendê destpê kir.
Şaredariya Farqînê û Komeleya Jinan a Wêje, Çand û Hunerê (KASED) li Parka Rindêxanê ya navçeya Farqînê ya Amedê çalakî û bernameya “Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê” li dar xistin. Rêveber û endamên DEM Partiyê ya navçeyê û gelek welatî tev li bernameya ku dê sê rojan berdewam bike, bûn. Di hevdîtinê de ked û karê jinan, hilberîn û hevgirtina jinan hat nîşandan. Jinan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê dan. Di hevdîtinê de stand hatin vekirin û jin di bernameyê de berhemên xwe yên ku çêkiribûn nîşan dan.
Bername bi stranan û bi gerandina govendê bi dawî bû.



















