Rêxistina Yeniden Refah Partiyê ya Mûglayê serî li kirinek sosret da û li cihê ku DEM Partiyê lê daxuyanî dabû şûşt û ragihand ku dê vê yekê 40 rojan bidomînin. Li ser vê yekê ji parlamenter û rêveberên DEM Partiyê bertekên tund nîşan dan û bang li Rêvebiriya Yenîden Refahê kirin ku ew helwesta xwe eşkere bikin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Mûglayê di 9ê Cotmehê de li Qada Sinirsizlik a Menteşeyê daxuyaniyek dabû. Piştî vê daxuyaniyê, Partiya Yenîden Refahê li dijî vê yekê gaveke sosret avêt û qada ku daxuyanî lê hatibû dayîn bi ava sîrkeyê şûşt.
Serokê Bajar ê Yenîden Refahê Fatih Kocabiyik destnîşan kir ku wan ferman daye teşkîlata xwe ku wê qadê 40 rojan bi ava sirkeyê û sabûna ereban bişon û got: “Paqijkirin vê derê tenê bi vî rengî pêkan e.”
Ji DEM Partiyê li ser hev bertek: Ev nijadperestî ye
Vê helwesta sosret a Yenîden Refahê di nava DEM Partiyê, Kurdan û raya giştî de bû sedema nerazîbûnek bi hêrs û ji aliyê rêveber û parlementeran ve bertekên tund hatin nîşandan.
‘Qirêjiya zihnî bi ti tiştî paqij nabe’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku li qada ku DEM Partiyê daxuyanî daye ji hêla Partiya Yenîden Refahê, wekî ‘qirêj’ hatiye dîtin û telîmata şûştina 40 rojan a bi ava sirkê û sabûnê dane, ne rexneya siyasî ye; ev rasterast nîjadperestî ye. Dogan destnîşan kir ku qirêjiya zihnî, nijadperestî û cihêkariyê bi ti tiştî paqij nabe û wiha got: “Em ji rêveberiya Partiya Yenîden Refahê bi eşkereyî dipirsin; Hûn van gotin û sepanên Serokê Bajar ê Mûglayê Fatih Kocabiyik li ser navê partiya xwe qebûl dikin? Bêdengmayîn pejirandin e. Heke hûn qebûl nakin, em li bendê ne ku hûn vê yekê ji raya giştî re eşkere bikin û helwesta hewce nîşan bidin. Pêdiviya Tirkiyeyê ew e ku siyasetê ji nîjadperestî û zimanê nefratê paqij bike.”
‘Xwezî antîdemokratîkbûn jî bihata paqijkirin’
Parlementera DEM Partiyê ya Erziromê û Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşan da û anî ziman ku ya ku divê bê paqijkirin hişmendiya cudakar û nijadperestî ye û wiha got: “Xwezî çanda antîdemokratîk jî bi ava sirkê paqij bûbûya. Dîsa ev jî neyê jibîrkirin; sirkeya tûj zirarê dide kûpê xwe. Bêyî ku hişmendiya we ya bi sirke zirarê bide çanda biratî û biratiya hezaran salan, dûrketina we ya ji qada siyasî dê di berjewendiya hemû civakê de be.”
‘Wê bi şerma xwe bimînin’
Parlamentera DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî li ser Xê nerazîbunek tund nîşan da û ev yek anî ziman: “Rûmeta gel3e Kurd bi ava we ya sîrkeyê qirêj nabe. Yên ku bi nefretê, cihêkariyê û nijadperestiyê siyasetê dikin wê bi şerma xwe derbasî dîrokê bibin.”
‘Faşîst li ser kar in’
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ku ji Propagandayê û Çapemeniyê Berpirsiyar e jî li ser hesabê xwe yê Xê bertekek tund nîşan da û got: “Mexdûrên duh, dibin faşîstên îro…”













