Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: “Rêveberiya Tevgerê jî daxuyanî da. Ji Tirkiyeyê bi temamî vekişîne û xetereya pevçûnan-şer jî ji holê rabû ye. Ez bawerim di demekê nêz de komek gerîla dê bikaribin werin. Piştî vê divê MGKê rapora tespît û teyîtê ragihînê. Ji bo wê jî ya ku niha were kirin ev e; şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were û astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bê rakirin ku bikaribe koordînatoriyê bike da ku pêvajo bi pêş ve biçe.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bûye yek ji xala sereke ya rojeva Kurdistanê û Tirkiyeyê. Piştî erêkirina qanûna çarçoveyî li bendê ye ku qanûn bikeve meriyetê. Qanûn dê piştî rapora piştrastkirinê û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bikeve meriyetê. Piştî qanûna çarçoveyî di bin banê Cîgirê Serokkomariyê Cevdet Yilmaz de Desteya Teqîb û Nirxandinê hate avakirin û di civîna yekem a desteyê de 4 desteyên jêr jî hatin avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê “Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê” bike. Ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyî jî çav li rapora MGKê ye.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar a partiyê berpirsiyar e, qanûna çarçoveyî û pêvajoyê ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Aliyekî pêvajoyê hiqûqî ye û aliyê din jî siyasî ye’
Ozturk Turkdogan bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî ji bo pêvajoyê destpêkek girîng e û wiha got: “Divê ew qanûn weke qanûneke destpêke bê dîtin. Helbet ev qanûn weke ku me dixwast nebû lê ev qanûn di çarçoveya lihevkirnekê de hate amadekirin. Ji ber wê jî derketina qanûnê pir girîng e. Jixwe di navaroka qanûnê de jî hatibû gotin ku ev qanûn bi tena serê xwe têrê nake û piştî qanûn hewcehî bi sererastkirinên nû hene. Divê em vê pêvajoyê tenê bi pêvajoyeke hiqûqê ve jî girê nedin, ev di heman demê de pêvajoyeke siyasî ye jî. Aliyekî pêvajoyê hiqûqî ye û aliyê din jî siyasî ye. Piştî qanûna çarçoveyî desteyek jî hate avakirin û heta niha 2 civîn jî pêk anî. Di van civînan de 2 desteyên jêr jî hatin avakirin.”
‘Piştî tespît û teyîtê wê birêz Ocalan û hemû kes bikevin nava qanûnê’
Ozturk Turkdogan bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê bandorek çawa li ser desteyan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me di nav van desteyan de desteya herî girîng ya Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê ye. Ew jî vê desteyê weke Desteya Aştiyê bi nav dikin. Birêz Ocalan weke koordînator dê vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Peywîrên ku wê di vê desteya birêz Ocalan de cih bigire, bi peywîrên siyasî ve hatiye amadekirin. Kêmasiya herî mezin a qanûnê ew ê ku birêz Ocalan û rêveberên rêxistinê derveyî qanûnê hatine hiştin. Ev kêmasî wê di dema sepandina qanûn de xwe bide der. Niha jî em van kêmasîyan dibînin. Piştî tespît û piştrastkirinê qanûn ket meriyetê birêz Ocalan û hemû kes dê bikevin nava qanûnê lê ew dê dor bi dor bibe. Gelek kêmasiyên qanûnê hene. Me ev yek bi muxataban re jî got. Her wiha beriya hevdîtinên komîsyona edaletê me guherînên pêwist ku divê werin kirin jî ragihandin. Lê ji ber ku aliyekî vê qanûnê ya siyasî jî heye me ji bo niha ev qanûn bes dît. Lê ev ji bo niha ye. Piştre divê gelek qanûn bên derxistin. Pêwistî bi gelek qanûnan heye.”
‘Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were’
Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku di desteyê de divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih were û wiha pê de çû: “Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan ku muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye bi cih werin. Pêvajo bi tenê wisa dikare bi rê ve biçe. Ji bilî vê yekê nabe. Hem di hundir de û hem jî ji derve Tirkiye dikare pesnê xwe tenê bi vê pêvajoyê bide. Ji bilî vê pêvajoyê ev desthilat di nava krîz û qeyranan de ye. Ji bo wê jî em ji desthilatê re dibêjin li gorî armancên qanûnê tevbigerin. Rapora komîsyona Meclisê ne tenê li ser bêçekirinê ye. Di xala 7an a raporê de qala demokratîkbûyinê dike. Ji bo wê divê desthilat li gorî vê raporê tevbigere. Rêveberiya Tevgerê jî daxuyanî da. Ji Tirkiyeyê bi temamî vekişîne û xetereya pevçûnan-şer jî ji holê rabû ye. Ez bawerim di demekê nêz de komek gerîla dê bikaribin werin. Piştî vê divê MGKê rapora tespît û teyîtê ragihînê. Ji bo wê jî ya ku niha were kirin ev e; şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were û astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bê rakirin ku bikaribe koordînatoriyê bike da ku pêvajo bi pêş ve biçe.”
‘Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye’
Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji bo avêtina gavan pêdivî bi mîsogeriya qanûnan heye û wiha got: “Ji bo pêkanîna qanûn û amadekariya kesên ji girtîgehê derbikevin, vegera gerîlayan û kesên li dîasporeyê; xebat û amadekariyên xwe didomînin, pêdivî bi lezbûnê heye. Piştî li Meclisê komîsyon hate avakirin jî ew ê li ser kêmasiyan hin pêşniyar ji komîsyonê re bên kirin. Wê li ser qanûnên demokratîk pêşniyara qanûnan bê kirin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk û sivîl heye. Li hemû welatên ku pêvajoyên çareseriyê lê pêk hatine, destûra bingehîn hatiye guherandin û destûreke bingehîn a demokratîk ku mafê ziman, azadiya ramanê nas dike û demokratîk e hatiye avakirin. Me jî di rapora xwe ya ku pêşkeşî Meclisê kir de ev pêşniyarî kirin. Ji bo pêvajo civakî bibe divê fikir û ramanên birêz Ocalan bigihîjin civakê. Divê êdî em ne bi dîmenên 30 sal berê, em bi dîmenên niha guhdar û temaşe bikin. Divê rojnameger, akademîsyen û hemû beşên civakê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Bi vê yekê pêvajo dikare li pêş bikeve.”













