DEM Partiyê li dijî Serokê YRPê yê Mûglayê Fatih Kocabiyik û rêveberên partiyê serî li dozgeriyê da û diyar kir ku piştî daxuyaniya DEM Partiyê şûştina qadê ne rexne ye, sûcê nijadperestiyê ye.
Di 9ê Cotmehê de DEM Partiyê li Qada Sinirsizlik a Menteşe ya Mûglayê daxuyaniyek dabû. Piştî daxuyaniyê, Serokê Yenîden Refah Partiyê yê Bajarê Mûglayê Fatih Kocabiyik û teşkîlata xwe, tişteke sosret kirin û ew qad bi ava sirkeyê û sabûnê şuştin û diyar kirin ku ew qada ku piştî daxuyaniyê qirêj bûye û encax bi vî rengî qad paqij dibe.
Li ser vê yekê, parêzerên DEM Partiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û li dijî rêvebirê Yenîden Refah Partiyê Fatih Kocabiyik û berpirsiyarên din daxwaza cezadanê kirin. Di daxwaznameya gilîkirinê de hat destnîşankirin ku ev çalakiya rêxistinkirî ne rexneyeke siyasî ye; nijadperestî û cihêkarî ye. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku bikaranîna metafora “qirêjiyê” ji bo tevgereke siyasî, birîndarkirina rûmeta civakî ye, dijminatiya li dijî gelê Kurd geş dike û zirarê dide xebatên aştiya civakî.
DEM Partiyê xwest ku derbarê berpirsiyaran de lêpirsîneke bandor bê destpêkirin û îdianame bê amadekirin.














