• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji cotkarên Pirsûsê çalakiya bi traktoran: Lêçûn zêde bûn, berhem pere nake

Riha / AW

11 COTMEH 2026 - 15:24
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Cotkarên Pîrsûsê yên ku xwestin balê bikişînin ser bihabûna lêçûn û bihabûna çandiniyê, meş li dar xistin û bi traktoran çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku lêçûnên çandiniyê ji sedî 50 zêde bûne, lê bihayê berheman di binê lêçûnan de mane.

Li navçeya Pîrsûsê a Rihayê, cotkaran li dijî zêdebûna lêçûnên çandiniyê meşeke girseyî pêk anî. Meş bi pêşengiya DEM Partiyê ya Rihayê hat organîzekirin. Yekîtiya Avdanî û Muxtaran a GAPê (GAPSUMDER), Komeleya Ziraetê û Hilberîneran (ZUDER), Odeya Ziraetê ya Pîrsûsê û gelek cotkar beşdarî meşê bûn.

Cotkar li ser Rêya Ziyaretê ya li derveyî navçeyê, li benzînxaneya Şansalê civiyan û bi traktor, patoz û wesayîtên din ên çandiniyê ber bi navçeyê ve ketin rê. Cotkar bi lêdana qorneyan, heta qada navçeyê meşiyan. Di meşê de pankartên wekî “Eger cotkar hilberînê neke, pîşesazî jî nikare hilberîne. Welat di nav tariyê de dimîne”, “Ji cotkarên Pîrsûsê re edalet”, “Li ser her sifreya me xwêdana eniya cotkaran heye”, “Nan yê me ye, ax ya me ye, paşeroj a me ye” û “Çandinî hebe paşeroj heye” hatin hilgirtin.

‘Lêçûn qat bi qat zêde dibin’

Li ser navê cotkaran Bilal Zenan axivî û bal kişand ser rola çandiniyê û wiha got: “Çandinî êdî li cîhanê ne tenê çalakiyekî aborî ye, di heman demê de sektoreke stratejîk e. Ji ber ku nifûsa cîhanê bi lez zêde dibe lê erdên çandiniyê çol dibin û ji holê radibin. Welatên pêşketî ji bo çandiniyê piştgiriyên girîng didin, lê Mixabin li welatê me hikumet guh nade vê yekê. Bihayê gubre, mazot û dermanên çandiniyê her ku diçe qat bi qat zêde dibe.”

Nûnerê GAPSUMDERê Ramazan Bozdag jî bal kişand ser pirsgirêka avdaniyê û wiha axivî: “Li Pîrsûsê genim, ceh, garis û pembo tê çandin. Li vir bihayê avê yê ku ji bo avdaniyê tê wergirtin pişta cotkaran ditewîne. Pêwîst e ji sedî 60ê lêçûnên avdaniyê ji budceya giştî bê dabînkirin. Hilberîna enerjiyê divê bi pergalên nûjen be û bihayê avê li hemû yekîtiyên avdaniyê yên bajar bê wekhevkirin.”

‘Erdên çandiniyê nîvî bi nîvî kêm bûn’

Li ser navê ZUDERê Haluk Elmascan jî bal kişand ser kêmbûna qada çandiniyê û wiha got: “Asta ku em gihîştine li ber çavan e. Par 140 hezar donim pembo hatibû çandin, lê îsal tenê li ser 70 hezar donimî hate çandin. Ev wendahiyeke neteweyî ye. Ji bo welat û cotkarên me birîneke kûr e. Pirsgirêkeke din a girîng jî erdên ku di bin avê de mane ye. Niha 5 hezar donim erd veguhastiye golekê. Ji ber ku pergal nehatiye çêkirin erdên çandiniyê ji holê radibin. Divê ev pirsgirêk di demek zûtirîn de bê çareserkirin.”

‘Lêçûn ji sedî 50 zêde bûn’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê ê Rihayê Ferit Şenyaşar axivî û bang li desthilatê kir û wiha got: “Ji axa Mezopotamyayê ku yekem cureyên çandiniyê li ser hatine kirin, em li ser navê hemû cotkaran bang li desthilê dikin. Di 5 salên dawî de cotkarên Pîrsûsê û yên tevahiya Tirkiyeyê di karê cotkariyê de zerarê dikin. Dema ku bihayê mazotê li hemberî sala borî ji sedî 60 zêde bûye, bihayê berheman tenê ji sedî 22 zêde bûye. Lêçûnên cotkaran ji sedî 50 zêde bûne, lê dahat bi tevahî di binê lêçûnan de maye. Li çar aliyê welat 186 yekitiyên avdanê hene, lê bihayê herî bilind ê avê li Rihayê tê stendin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Em cotkar in, em mafdar in, em ê bi ser bikevin” bi dawî bû.

Etîket: çandinîcotkarDEM Partîhilberînlêçûnên cotkaranPirsûs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

11 COTMEH 2026
Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

10 COTMEH 2026
Komek ciwanên enternasyonal bi Hevserokên DEM Partiyê re civiyan

Komek ciwanên enternasyonal bi Hevserokên DEM Partiyê re civiyan

9 COTMEH 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

9 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne