Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Forûma MERÎ de li ser pêşeroja çareseriya pirsgirêka Kurd ev tişt got; “Pêşeroja Kurdan di danûstandinan de ye. Dem hatiye ku Tirkiye gavan bavêje. Rayedarên Tirkiyeyê dizanin ku hesabnekirina Kurdan Tirkiyeyê pêş nexistiye. Ji ber vê yekê, divê rêyek nû bi aqilane were diyarkirin.”
Hevserokê Giştî yÊ Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, îro li Hewlêrê di Forûma MERÎ de têkildarî pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û yekitiya netewî ya Kurd axivî.
Bakirhan di axaftina xwe ya Forûma MERI de wiha got; “Pirsgirêka Rojhilata Navîn; redkirina hevdû ye. Ev yek dê bibe sedema ku hêzên serdest destwerdanê bikin. Me nekarîye şert û mercên demokrasiyê bafirînin. Tevî dewlemendiya Iraq û Îranê, em dikarin bibînin ka rewş çawa ye.”
Têkildarî pirsgirêka Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê wiha axivî; “Li Tirkiyeyê pirsgirêkek demokrasiyê heye. Ev 100 salin pirsgirêka Kurd hatiye înkarkirin û nehiştiye ku Kurd mafên xwe bi dest bixin. Niha Tirkiyeyê jî pirsgirêkên darayî û aborî hene. Ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekiriye. Heta niha, 3 trîlyon dolar li ser şerê li dijî Kurdan hatiye xerckirin û lîreya Tirkî nirxê xwe winda kiriye.
Em niha li Tirkiyeyê di pêvajoyek girîng de ne. Deriyek nû li Tirkiyeyê vebûye. Ev yek dê aboriya û demokrasiyê li Tirkiyeyê pêş bixe û pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Her wiha ji bo aramiya Başûr, Iraq û Sûriyeyê jî girînge. Girînge ku li Îranê pêvajoyek çareseriyê hebe da ku pevçûn bi dawî bibin. Gelek pirsgirêkên me hene û piştî 100 salan li Rojhilata Navîn derfetek nû heye.”
Têkildarî êrişên DYA û Îsraîlê li ser Îranê û darvekirina ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve jî wiha got; “Divê em bipirsin, eger mûşekên Amerîka û Îsraîlê gelê Îranê birîndar dike; darvekirinên rejîma Îranê jî dike gelê me birîndar dike. Ger em di nav xwe de rûnin û van hewldanên ji bo tunekirinê bidin aliyekî, wê wê her kes dê di nav aramiyê de bijî. Em hêvî dikin ku ev rewş li Îranê jî wisa be. Em wekî DEM Partî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn, ji bo aştiya herêmê, çi ji destê me tê, dikin. Ger em hêzên xwe nekin yek, kes tu feyde nade nade me. Çareserî ewe ku nexşerêyek bêkêmasî were çêkirin.”
Tûncer Bakirhan di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku ji bo serbixwetiyê, hewceyî herêmeke taybete û wiha domand; “Ger her kes wekhev be, dewlet dê dewleta hemûyan be. Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene. Em ji bo tevahiya Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin. Me gelek dewletên netewî dîtin ku ne demokratîkin. Ger mafên gelan li Tirkiyeyê bên dayîn û mafên Kurdan bi qanûnê bên dayîn, wê demê Tirkiye dê ya Kurdan jî be.”
Têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya li Tirkiyeyê bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aqlê dewletê destpê kiriye, wiha got; “Pêvajoyê wekî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê binavkirin. Ew mijarek 100 salî ye ku çareserkirina wê zehmete. Ji ber ku Kurd û Kurdistan 100 salin li demokrasiyê digerin. Divê em hişyar û hesas bin. Em dixwazin lihevhatinê bafirînin û ramanên xirab ên li ser Kurdan ji holê rakîn. Ev pêvajo di salekê de temam nabe. Hikûmetê niha qanûnek derxistiye da ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo cara yekem, em li ser pirsgirêka Kurd bi awayekî herî fireh nîqaş dikin. Raste, derxistina qanûnê ne her tişte. Lê em wê bi awayekî erênî dibînin.”
Di dawiyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li ser pêşeroja çareseriya pirsgirêka Kurd ev tişt got; “Pêşeroja Kurdan di danûstandinan de ye. Dem hatiye ku Tirkiye gavan bavêje. Rayedarên Tirkiyeyê dizanin ku hesabnekirina Kurdan Tirkiyeyê pêş nexistiye. Ji ber vê yekê, divê rêyek nû bi aqilane were diyarkirin. Ev pêvajoya li Tirkiyeyê ji bo Başûr başe, ji hêla pêşkeftin û aboriyê ve dê bandorê li Iraqê û herêmê jî bike.”













