• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

Stenbol / AW

11 COTMEH 2026 - 16:49
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê li Stenbolê bi coş hate vekirin û ev peyam hate dayîn: “Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê, Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arîn hate vekirin. Gelek ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî li komaleyê kom bûn, govend gerandin vekirina komaleyê pîroz kirin. Dê Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arîn, li ser mijarên çand û hûnerê dersan bide.

Piştî gerandina govendê daxuyanî hate dayîn. Endamê komaleyê Mehmet Yîgît daxuyaniyê xwend.

‘Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin’

Mehmet Yîgît diyar kir ku saziyên perwerdehiyê yên ku divê di warên çandî, zanistî û civakî de bên vekirin pêşketina kalîteyê ya civakê geş bikin û wiha got: “Li şûna wê hewl didin ku girseyeke bindest, sernerm û pasîf biafirînin.  Wekî xwendekaran, em vê ferzkirinê red dikin û îro li vir kom bûne da ku alternatîfekê li pêş bixin. Zanîngeh, ku divê bi rêya mîrateya xwe ya dîrokî rola xwe ya civakî bi cih bînin, îro hewl tê dayîn ku bi talîmatên fermî xwendekaran bixin kontrolê û zext li wan bikin. Me bi hev re dest bi vê rêwîtiya dijwar kir û em ê bi hev re jî berdewam bikin. Li Arînê, dê dersên muzîkê yên li ser amûrên wekî tembûr, gîtar û piyanoyê, her wiha dê kursên zimanê Kurdî û Îngilîzî werin hebin. Dê atolyeyên perwerdehiyê yên li ser jîneolojî, felsefeyê, dîrokê û werzîşê werin lidarxistin. Bi hevkariya komînalîteyê xwendekar dê bi xebata kolektîf û projeyên mezin ava bikin. Komînên me dikarin bi salan bidomin. Wê hemû xwendekar karibin bi awayekî resen û azad beşdarî hemû çalakiyên me bibin. Îro, em bi hev re di vê rêwîtiya hezar gavî de gaveke nû diavêjin. Ev dê bibe cihê ku tê de hewldanên me dibin hêvî û hêviyên me dibin siberoj. Em ê bi hev re bimeşin; em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: çanda Kurdîhunera KurdîKomaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

25 GULAN 2026
Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

22 GULAN 2026
Çanda resen: Govenda Kurdî

Çanda resen: Govenda Kurdî

5 GULAN 2026
Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

17 ADAR 2026
Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

11 ADAR 2026
‘Gelek zarok fêrî zimanê xwe dibin’

‘Gelek zarok fêrî zimanê xwe dibin’

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne