Albûma yekemîn a Koma Hevra ku bi armanca zindîhiştina bîranînên şehîdên Kurdistanê hatiye amadekirin bi navê “Şehîdên Jiyanê” hate weşandin.
Koma Hevra ya di 4ê Nîsana sala 2019an de hatiye damezrandin û bi armanca pêşxistina muzîka Kurdî û têkoşîna li dijî asîmîlasyonê dest bi xebat û rêwîtiya muzîkê kir. Koma Hevra heta niha 15-16 stran tomar kirin û gelek konser li dar xistin. Hevra bi armanca zindîhiştina bîranîna şehîdên Kurdistanê û parastina nirxên wan dixwaze bi rêya muzîkê bigihîne guhdarên xwe.
Albûma Koma Hevra ya yekemîn bi navê “Şehîdên Jiyanê” hate weşandin.
Navê stranên di albûmê de cih digirin wiha ne: “Ey Apo, Stêrka Sor, Sara Rojbîn Ronahî, Agîre Çaran, Ey Şehîd, Hozan, Hayrî Yoldaş (Heval Hayrî) û Hakîkatte Olum Yoktur (Di heqîqetê de mirin tune ye)” e. Album li ser hesabên medya dijîtal hatin parvekirin.













