• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Hevra albûma nû: Em ê cangoriyên xwe nedin jibîrkirin

Omer Demîr / AW

3 MIJDAR 2026 - 09:24
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Stenbol – Koma Hevra di 4ê Nîsana sala 2019an de bi armanca pêşxistina muzîka Kurdî û têkoşîna li dijî asîmîlasyonê hatiye damezrandin. Hevra dê di 27ê Mijdarê de albûma xwe ya yekemîn bi navê “Şehîdên Jiyanê” biweşîne. Endamê Hevrayê Baran Sumbul diyar kir ku wan bi albûma nû armanca kiriye ku cangoriyên wan tu carî neyên jibîrkirin.

Hevra grûbek ango komek stranbêjiyê ye. Hevra di 4ê Nîsana sala 2019an de hatiye damezrandin û bi armanca pêşxistina muzîka Kurdî û têkoşîna li dijî asîmîlasyonê dest bi xebat û rêwîtiya muzîkê kiriye. Hevra heta niha 15-16 stran tomar kirine û gelek konser li dar xistiye. Hevra bi armanca zindîhiştina bîranîna şehîdên Kurdistanê û parastina nirxên wan dixwaze bi rêya muzîkê bigihîne nifşên nû.

Albûma Hevra ya yekemîn bi navê “Şehîdên Jiyanê” dê di 27ê Mijdarê de bê weşandin. Endamê Hevrayê hunermend Baran Sumbul derbarê damezrandina komê, albuma “Şehîdên Jiyanê” û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî.

Armanca damezrandina Hevrayê

Baran Sumbul wiha behsa armanca damezrandina Hevrayê kir: “Me jî wekî her welatparêzan xwest bi muzîkê ked bidin. Di serî de em li bernameyên heremî û di pîrozbahiyên partiyên siyasî de derketin ser dikê. Gel koma me eciband, xwedî lê derket. Çimkî kom mûzîka polîtîk dike. Me komê li gorî perspektifa gel bi rê ve bir. Me xwest li dijî asîmilasyonê mûzîk çebikin. Gel jî ji me hêvî dikir, me jî xwest hêviya gelê xwe bigihînin armancê. Em pêşî li ser armanca avakirina komê xebitîn û me li ser her xebatek xwe nîşqaş kir. Me pirsên weke; em çima vê xebatê dikin, armanca me çi ye û em dixwazin bi rêya mûzîkê peyamekî çawa bidin ji xwe dikir. Ev rêxistin li ser perspektîfa azadîxwaziya jinan hatiye afirandin. Ji ber wê me xwest strana me ya yekemîn li ser azadiya jinan be. Me strana xwe ya yekemîn bi navê “Jin Jiyan Azadî” amade kir. Piştî ku bendawariya gel ji me zêdetir bû, em bêtir hatin xuyakirin.”

‘Şehîdên Jiyanê dê di 27ê Mijdarê de bê weşandin’

Baran Sumbul diyar kir ku albuma wan a yekemîn dê di 27ê Mijdarê de bê weşandin û wiha got: “Heta niha me 15-16 stran çêkiriye û gelek konser li dar xistiye. Lê albûmeke me tune bû. Di demên dawiyê de gelek şehadet hatin ragihandin û ev şehadet me hemûyan pir êşand. Em bi saya nirxên xwe hatine van rojan. Wekî Hevra me armanc kir ku ev cangoriyên me tu carî neyên jibîrkirin. Me hewl da bi navê şehîdên xwe albûmekê çêbikin. Albûma me ya yekemîn bi navê ‘Şehîdên Jiyanê’ wê di 27ê Mijdarê de bê weşandin. Dema me dest bi albûmê kir bi rastî gumanên me hebûn. Ji ber ku mîsyonekî gelek giran me dabû pêşiya xwe. Me xwe di berçavan de derbas kir, gelo em ê di vê xebatê de çawa layîqî van nirxên xwe bibin. Em li ser van mijaran gelek fikirîn û wisa me dest bi albûma ‘Şehîdên Jiyanê’ kir. Me gotinên stranan bi xwe nivîsand, dibe ku kêmasî hebin jî lê ji aliyê wateyê ve li gorî dilê me çêbû. Em hêvî dikin gelê me jî biecibîn, pir bi wate bibînin û armanca me bi cih were.”

‘Em dikarin hêz û minakên xwe ji rêxistinê bigirin’

Baran Sumbul anî ziman ku civaka Kurd ji aliyê çand û hunerê ve xwe îspat kiriye, Kurd bi hunera xwe tê nasîn lê hê jî gelê Kurd di warê statuyê de nehatiye qebûlkirin û axaftina xwe wiha didomand: “Gelê Kurd zêdetir di aliyê çand û hunerê de dikare xwe bide nasîn. Di aliye afrîniyeriyê de motivasyona gelê Kurd pir zêde heye. Ji ber ku pir êş û elem dîtine. Gelê Kurd ji neolîtîkê re pêşengtî kiriye ne tenê wek erdnîgarî wek gel jî. Ji ber wê em dikarin behsa çandeke pir qedîm û dîrokeke pir kevnar bikin. Lê niha ji di aliyê afrîneriyê de kêmasiyên me pir zêde hene, em bi xwe jî rexne dikin. Çanda Kurdan pir rengîn û dewlemend e. Kes nikare bêje di aliyê afrîneriyê de tişt tune ye ku ez biafirînim. Mezopotamya wek zeviyê gulan e. Keseke di nav wê zevîyê de kulîlkek bêhn nede divê ew kes zeviyê sûcdar neke, nebêje li van zeviyan bêhn tune ye. Her guleke behnek û rengeke dide jiyanê. Afrînerî jî wisa ye di baxçê gulan de jiyana xwe bidomînin. Lê tu hin jî bibêjî tiştekî ku ez biafrinîm nîn e, tu yê neheqî li xwe bikî. Di van baxçeyê gulan ên herî rengîn de bi birdoziya xwe, çand û şehîdên xwe rêxistin bikî. Em dikarin hêz û mînakên xwe ji rêxistinê bigirin.”

‘Divê hunermend ji bo civakîbûnê bi rola xwe rabe’

Baran Sumbul di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser neafrîneriya stranbêjên Kurd û wiha axivi:”Niha hunermendên Kurd di aliyê afrîneriyê de kêm dimînin û xwe pir zêde dubare dikin. Minak ev 15 sal in Şoreşa Rojava didome. Lê dema em li ser vê mijarê berhemên li holê dinêrin pir kêm berhem hatine çêkirin. Divê hunermend afrîner û çalak bin. Hunermendên berê wekî xwazeyî hunera xwe pêşkeş dikir û bi hunera xwe gel jî rêxistin dikirin. Hunermend ji rêxistinkirina gelê xwe berpirsiyar didîtin. Hunerê jî wisa pêşkêş dikirin. Niha derfeten me ji berê zêdetir e, divê em hewl bidin ku bi hunera xwe gel rêxistin bikin. Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratik’ de barê herî giran dikeve ser milê çand û hunerê jî. Ev pêvajo pêvajoya înşayê û civaka demokratîk e. Divê hunermend di vê pêvajoyê de xwe berpirsiyar bibînin û wisa tevbigerin. Hunermend ji bo civakîbûnê bi rola sereke rabe. Çima li ser Rojava albûmeke tune be? Çima em wekî Koma Berxwedan hunermendên cuda bigihînin hevdu û berhemek bi vî şiklî dernexin? Hêvîya gel ji bo Koma Amed û Koma Berxwedan pir zêde ye. Her du kom werin gel hev û berhemek biafirînin, ev yek çima pêk neyê? Îro wekî ne rexneyekî wekî pêşniyarekî van tiştan dibêjin. Divê Hunermend jî dilnizm bin. Wekî jiyana derweşiyê bijî, newxe wateya hunermend jî namîne”.

 

Etîket: HevraKoma Hevra
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

8 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne